Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di navê de 9 parlamenterên HDP'yî ji ber lêpirsîn û fezlekeyên der barê wan de hatine amadekirin, girtî ne. Hema hema hemû wekîlên van wekîlên HDP'yî ji ber axaftina xwe ewilî ketin ber lêpirsînê, piştre jî hatin girtin. Karê siyasî yê ku mafê wan ê destûra bingehînî ye, li dijî wan weke sûc tê bikaranîn. Gelek fezleke û gilîname dûrî ji aqil in. Fezlekeya der barê Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş hatiye amadekirin, çarçoveya darizandinê careke din radixe pêş çavan.
Beşta, 7'ê Mijdara 2016'an tevlî çalakiyeke rêxistina DBP'ê ya navçeya Peyas a Amedê bûbû û ev tevlîbûn weke sûc hate dîtin. Dozgerê Tirk qîma xwe bi vê jî neanî. Ji ber ku Beştaş di hesabê xwe yê twîtterê de wêneyên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên girtî Nûrsel Aydogan, Îdrîs Balûken, Ferhat Encu, Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Gulser Yildirim par ve kir, dozgeriya Tirk îdîa kir ku piştgirî daye PKK'ê. Xwediyê îmzeya li binê vê gilînameyê jî Kûrça Eker e ku heta meha Tîrmehê li Amedê Wekîliya Serdozgeriya Komarê ya Amedê dikir. Ev dozger weke kesê ku ji bo amadekirina fezleke û gilînameyên li dijî parlamenterên HDP'yî hatiye wezîfedarkirin, tê naskirin.
DOZGER, WÊNE WEKE DELÎLÊ SÛC DÎT
Eker di destpêka gilînameyê de mîna her carê qala dîrok û mîsyona PKK'ê kir û îdîa kir ku Beştaş di hesabê xwe yê twîtterê de "propaganda rêxistinê kiriye". Dozgerê Tirk, twîta ji wêneyên parlamenterên HDP'yî weke "delîl" nîşan da. Dozger di gilînameyê de îdîa kir ku parlamenterên HDP'yî yên girtî, ji ber propaganda PKK'ê û endametiya rêxistina çekdar hatiye girtin, parlamenter Beşta jî bi weşandina wêneyên van parlamenteran destek daye wan, propaganda rêxistinê kiriye û xwest, li gorî xala 83. a Destûra Bingehîn ji Meclîsê xwest ku mafê destnedana wê ya parlamenteriyê bê rakirin.
MECLÎSÊ QEBÛL KIR
Civata Giştî ya Meclîsê jî, di çarçoveya vê fezlekeyê de destûra lêpirsînê da dozger. Eger gilîname bê amadekirin, wê Beştaş ji ber parvekirina wêneyên hevalên xwe yên girtî tên darizandin û li pêşberî hiqûqê masûm in, bê darizandin.