Ji BDP’ê rapora alternatîf a çareseriyê

Ji BDP’ê rapora alternatîf a çareseriyê

Rapora ku ji aliyê Komisyona Meclisa Çareseriyê a BDP’ê ve hate amade kirin “rapora ku endamên AKP’ê amade kirîn weke yek alî girtina dest” nirxandin ji Serokatiya Meclisê re Rapora Çareseriyê a Komisyonê pêşkêş kir.

Parlementerê Serokê Gurubê yê BDP’ê Idrîs Baluken û Parlementerê BDP’ê yê Bitlîsê Husamettin Zenderlioglu “Rapora Komisyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê û Lêkolînkirina Rêyên Aştiya Civakî” a BDP’ê amade kirî radestî Serokê Meclisê Cemîl Çîçek û komisyona wî kirin.

Komisyona ku di raya giştî de weke“Komisyona Çareseriyê” tê zanîn ji bo Lêkolînkirina Rêyên Aştiya Civakî û Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê hatî avakirin li hember rapora Komisyona Lêkolînkirinan a Meclisê hatî avakirin, rapora alternatîf ji 443 laper û 9 beşan pêk tê.

Beşên ku di raporê de cih digirin:

Sedemên dîrokî ku Pirsgirêka Kurd a di Tirkiya sedsala 21. de û pêvajoya derketina Pirsgirêka Kurd, bi navê Komisyona Çareseriyê rapora Kurd, bêy şerkirin aştî ji tecrûbeyên Cîhanê, rêkûpêkiyên zagonî, diyarkirina edaletê, reformên avakirinê, aştî û di pêvajoyên mûzakereyan de komisyona rastiyan, li Tirkiyê naskirina cûdahiyên civakan û pejirandin, şer û komisyona çareseriya aborî.