Ji BDP’ê li hemberî serdegirtinan bertek

Ji BDP’ê li hemberî serdegirtinan bertek

BDP’ê bertek nîşanê serdegirtinên li Mêrdîn, Êlih û Sêrtê da û got; ‘Di nava tirs û heyecanê de ye.” BDP’ê wiha got: “Desthilatdariya AKP’ê ku dixwaze bi êrîşan têkoşîna azadiyê û gelê Kurd şûnde bihêle, dema fêm bike nekare tiştekî bike dê pir dereng bimîne.

Cigira hevseroka Berpirsa Mafê Mirovan a û Hiqûqê ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş di derbarê binçavkirinên Sêr, Êlih û Mêrdînê de daxuyaniyek nivîskî da. Beştaş diyar kir ku, partiya me ya ku ligel hemû êrîş, binçavkirin û zextan bê deng namîne, desthilatdariya AKP’ê û piştgirîvanên li dijî vê ketina tirsê. Dema desthilatdariya AKP’ê fêm bike ku nekare tiştekî bike dê pir dereng be.

Daxuyaniya Beştaş wiha berdewam kir: “ îro dîsali Mêrdîn, Êlih û Sêrtê din ava wan de şaredarên, hevserokên navendan, endamên şaredariyan, rêveberên BDP’ê yên navend û navçeyan, endam û nûnerên STK’yan jî din av de nêzî 60 kesî hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên dawî lêgerîn û binçavkirin didomin.

Bi van opersayonên KCK’ê ku wenda bike ne partiya me, raya giştî ya demokratîk û muxalefete. Desthilatdariya AKP’ê hem di rayagiştî ya navnetewî ya û hem jî ya hundir de her diçe îflas dike. hewldanên wan yên her tim rojeva Tirkiyeyê biguherînin êdî bûne rutîn û rupuşa wan ketiye.

Partiya me ligel hemû girtin û êrîşan bê deng namîne. Ev yek jî AKP’ê û kesên piştgiriyê didin wan dike nava tirsê. Di nava vê tirsê de tu pîvanê nas nake û erîş dike.

AKP ya ku dibêje qey dê bi van erîşan têkoşîna azadiya kurd û paşve bixîne, dema vê fêm bike dê gelek dereng be.

Kesên hewl didin daxwazên rewa û mafdar yên gelê kurd têk bibin divê bizanin ku rewabûna xwe texrîb dikin.

Hun hemû welat biguherînin girtîgeh jî dê ev bê edeletî, newekhevî û bê hiqûqî neyê qebûl kirin.

Em bang li hemû rayagişî dikin ku bila dijî van operasyonan bê deng nemînin.”