Ji BDP'ê ji bo girtina Nûçe TV û MMC nerazîbûn
Ji BDP'ê ji bo girtina Nûçe TV û MMC nerazîbûn
Ji BDP'ê ji bo girtina Nûçe TV û MMC nerazîbûn
BDP’ê li hemberî biryara Danîmarka ya ji bo girtina Nûçe TV, ROJ TV û MMC nerazîbûn nîşan da û got, “Heta niha kesî nikarîbû dengê gelê Kurd qut bike û ji niha şûn ve jî wê kes nikaribe.”
Alîkara Hevseroktiya BDP’ê Fîlîz Koçalî, li hemberî biryara têkildarî betalkirina ruxsetên weşanê yên MMC û Nûçe TV û betalkirina lîsansa weşanê ya Nûçe TV bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşan da.
Koçalî got, "ROJ TV, Nûçe TV û MMC ji bo azadiya wergirtina agahiyan a gelan li sirgûnê di nav şert û mercên herî zor û zehmet de ku têkoşîna weşangeriyeke azad didan di serî de gelê Kurd deng û bêhna tevayî gelên li Rojhilata Navîn bûn. Di heman demê de çavkaniya moral û têkoşînê ya gelê me bûn. Lê belê navendên navneteweyî tehemmul li dengê azad ê gelan nekirin." .
Koçalî di axaftina xwe de daxuyakirin ku ev tabloya ku bû sedema ekran tarî bibin berî her tiştî ji bo Ewropaya ku xwe weke dergûşa demokrasiyê didît semboleke şermê ye û gelê Kurd wê tu carî vê ji bîr neke.
Koçalî di dawiya daxuyaniyê de van hevokan bi rêz dike:
"Em careke din welatên rêveberên van polîtîkayên zextdar ên bûn sedema tarîkirina ekranan ji ber vê zîhniyeta wan em careke din şermezar dikin. Û divê vê ji bîr nekin ku çi zextan bikin bila bikin wê nikaribin gelê me bêdeng bikin, wê nikaribin têkoşîna me bêdeng bikin. Bi piştgiriya gelê me wê dengê ‘Rojbaş’ di demeke herî kurt dîsa di ekranan de bilind bibe. Em ji xebatkarên Roj TV, Nûçe TV û MMC jî peymên xwe yên piştgiriyê radigihînin û em destnîşan dikin timî em ê ligel têkoşîna weşangeriya azad a ew bi rê ve dibin.”