Ji BASK’ê ji bo Kurdan peyama sersaxiyê

Ji BASK’ê ji bo Kurdan peyama sersaxiyê

Tevgera Azadiyê ya Baskê komkujiya li Parîsê li hemberî jinên Kurd ên siyasetmedar hate kirin şermezar kir û ji gelê Kurd re sersaxiyê xwest.

Tevgera siyasî ya Baskê Ezker Abertzale bi daxuyaniyeke nivîskî sûîqesta ku siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez têde jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Têkoşîna gelên me yek e. Em weke Abertzaleyê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd û bi taybet jî ji bo diyasporaya Kurdan nîşan didin û sersaxiyê ji wan re dixwazin.” Tevgerê di peyama xwe de dirûşima bi zimanê Baskî “Agur eta Ohore Sakîne, Fîdan eta Leyla” ya ji bo rêwîkirina şehîdan tê bikaranîn û bi zimanê Kurdî jî “Bijî Kurdistan” nivîsand.