Ji Bagiş bo rojnamegeran ‘çekên diyariyê’!

Ji Bagiş bo rojnamegeran ‘çekên diyariyê’!

RedHack ya ku demek berê diyar kiribû ku beriya êrîşa Rehyaliyê pêk bê agahiya serwîsên îstîxbaratê pê hebû, vê carê jî hinek belge û nivîsandinên ku tê îdiakirin aydê wezîrê Yekitiya Ewropayê Egemen Bagişe weşandin.  Tê dîtin ku di lîsteya ‘çekên diyariyê de’ bi taybet navê rojnamgeran heye.

Ji aliyê Hackerên Sor (RedHack) hinek maîl û belgeyên ku tê gotin aydê Egemen Bagiş û hevsera wî Beyhan Yildirim e hatin weşandin.  Piştî vê Bagiş bi hinceta ku ‘mudaxaleyê jiyana taybet hatiye kirin’ ji dadgehê sansur xwest.  Belgeyên di rûpela “http://redleaks.blogspot.com”  piştî biryra 3’emîn Dadgeha Sul a Enqereyê hat rakirin, di navnîşana http://redleaks.blogspot.nl/ hat weşandin.

Ligel wêne û maîlên Bagiş û hevsera wî, lîsteya lêgerînê ya telefonê û danezana bacê ya 2008’an a Bagiş û her wiha çekên Vakko yê hevsera wî Beyhan Bagiş ku ji kê re şandiye jî hat weşandin.

Di lîteya çekên diyariyê de ya herî mezin a 5 hezar TL tê dîtin ku Recep Tayîp Erdogan re hatiye şandin. Lîsteya ku bi giştî nêzî 90 hezar lîraye, piştî Erdogan hejmara herîm ezin a çekê ji Mehmet Barlas û Can Peker re hatiye şandin. Bi taybet tê dîtin ku rojnameger ji van çekan fêde girtine. Lîste hema hema hemû ji çapemeniyê pêk tê; Taraf, Posta, Radîkal, Hurriyet, Sabah, Mîlliyet, Vatan, Haberturk,  Turkiye, Star, Dunya, Bugun, Zaman, Kanal 24.

Her wiha ji bo hin rayedarên hikûmetê, yê midûriyeta polîsan, walî, karsaz û pisporan re jî hatiye şandin.  Pereyê çekan di navbera 150 TL û 5 hezar TL de diguhere.

Xerckirinên bi vî rengî nayê zanîn bi çi navberê pêk tê lê, ev lîste tenê ya Egemen Bagişe.  Ruyê wê yê din çawaye ew nayê zanîn.

RedHackê bertek nîşanê sansurkirina belgeyan da û got: “Egemen Bagiş RedHack gilî kir û belgeyên der barê xwe de piştrast kir. Em bi taybet dibêjin ger ev jiyana taybet bûya, Egemen Bagiş dizanî me dê çi bi weşanda.  Ev ne ligorî ahlaqê me ye. Em ne wek çapemeniya alîgirên.  Kî evîndariya kê ye, kê çi kiriye, ev me eleqeder nake.”