Ji Asayîşa Rojavayê Kurdistanê hişyariyên ewlekariyê

Ji Asayîşa Rojavayê Kurdistanê hişyariyên ewlekariyê

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî nivîskî weşand, sazî û dezgehên Rojavaya Kurdistanê şiyar kir ku, ji bo ewlehiya navendên xwe nobetê bigirin.

Li ser êrîşên dema dawî li ser Rojavaya Kurdistan Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekî nivîskî sazî û dezgehanên Rojavaya Kurdistan şiyar kir ku, ji bo ewlehiya navendê xwe nobetên cihê bigirin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, dibe hemû saziyên Rojavaya Kurdistan nobeta xwe bigirin û di nava ewlehî de bin. Asayîş “piştî ku êrîşên dawî yên komên çekdar li dijî Rojavaya Kurdistan tên kirin û li gelek bajarên Rojava bi êrîşên cûr be cûr pêk tên. Armanc ji van êrîşan têkbirina Rojavayê Kurdistanê ye.”

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku, wan heta niha gelek êrîş berteraf kirine, lê diyar bûye ku dê wan êrîşan dewam bikin. Ji ber wê dibe hemû bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê bi şiyarî tevbigerin.

Di daxuyaniyê de ev xal hatin rêzkirin ku ji saziyên Rojava hate xwestin ku pêk bînin:

1-      Divê hemû sazî û dezgehên heremê li gora rewşa parastinê hêşiyarbe û li gora wê tevbigere.

2-      Divê hemû sazî dezgeh li gora derfetên xwe, her dem nobeta xwe bigirin.

3-      Hemû rêvebir, endam û berpirsyarên sazî û meclîsan ji bo ewlekariya xwe di vê tu carî bi tenê negerin.

4-      Di rewşeke awerte de divê bi awayekî xwînsar nêzîkatî bê kirin û asayîşa herî nêz bê agahdar kirin.

5-      Cih û wesayîtên ku sazî û dezgeh bi kartînin, divê bi hişyarî bên bi karanîn