Ji Arjantînê nameya ji bo Leyla Guven

Gelek rêxistinên çep ên Arjantînî ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye, nameyeke hevpar nivîsîn.

Name bi îmzeya Alejandro Bodart û Celeste Fîerro yên ji Tevgera Karker Çep-Sosyalîst a Nû, Vîlma Rîpol a ji Tevgera Çep, Gûîllermo Pacagnînî yê ji Koma Çîna Neteweyî ya Neburokratîk hate şandin.

Nameya ku ji bo Guven hate nivîsandin wiha ye:

"Ji bo azadî û daxwazên rewa yên girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, ji Arjantînê em dixwazin piştevaniya xwe ya enternasyonal ji we re ragihînin.

Polîtîkayên zordar ên hikumeta Erdogan ê dîktator, ne tenê zext û zilmê li gelê Kurd û lîderên Kurdan dikin, her wiha sîstemeke zordar li gelê Tirk jî ferz dike.

Di parastina mafên we yên demokratîk ên hatine desteserkirin de, em bi we re û ji dil we silav dikin."