Ji ANF’ê daxuyanî

Ji roja ku me dîmen û mikurhatinên rêveberên MÎT’ê yên ku ji hêla PKK’ê ve hatine girtin weşandine, êrîşeke zêde ya sîber û dîplomatîk li ser me heye. Ji bo vê sedemê jî sepanînên me yên mobîlê û parvekirinên me yên li qadên din têne astengkirin.

Ji roja ku me dîmen û mikurhatinên rêveberên MÎT’ê yên ku ji hêla PKK’ê ve hatine girtin weşandine, dewleta Tirk êrîşên organîze yên sîber û diplomatîk bi ser me de tîne. Dewleta Tirk ji bo ku nûçeyên me negerin tişta ku ji dest tê dike.

Pêşî êvara 5’ê Çile bi ser malpera me de, ku bi 6 zimanan weşanê dike êrîşek anîn. Piştre jî êrîş bi ser hesabên me yên medya civakî de anîn. Hikûmeta Tirk ji bo ku dîmen ji deverên weke Youtube were rakirin dest bi gelek danûstandinan kir û dîmen ji gelek malperan hate rakirin. Lê li gel vê jî dîmen bi rengekî geriyan û bi milyonan kesî li dîmenan nerî.

Hikûmeta Tirk ku nekarî vê asteng bike, herî dawî nûçeya bi navê ‘’Rêveberên MÎT’ê axivîn’ li Tirkiyê asteng kir.

Di encama van êrîşan de di rewşa berdest de sepanînên me yên ANF App û ANF Androîd (sepanînên mobîl) têne astengkirin.

Tîma me ya teknîk ji bo ku sepanînên navborî di demeke kurt de xizmetê bidin xebatên xwe didomînin.