Kapmanyaya îmzeyan beriya bi 3 heftiyan dest pê kir. Di demeke kurt de 403 mîmar, mihendis û plangerê bajêr destk dan. Kampanya heta hilbijartinê wê bidome.
Di daxuyaniya nivîskî da hate gotin ew destkê didin HDP’ê û Demîrtaş. Di daxuyaniyê de çend xal hatin rêzkirin ku bi vê sedemê ew destekê didin HDP’ê û Demîrtaş. Çend xal ji wan:
*Li şûna perwerdehiya yek reng, zayendîparêz, mezhebi û nîjatperest ji bo ku perwerdehiya zanistî, laîk, demokratîk, azadîxwaz û perwerdehiya bi zimanê bav û kalan diparêze,
*Li şûna ekonomiya kapîtalîst a neo-lîberal a talanger, piyaseparêz mirov, sirûştê, kedê dike navenda ekonomi politikaya xwe,
*Ji bo ku zanîngehên demokratîk, xweser, pirçand, lêkolînên di berjewendiya civak û sirûştê de diparêze,
*ji bo ku li dijî qeyûman, ji peywirê girtina hilbijêran re, ji girtin, şertên ne wekhev û Rewşa Awarte re dibêje, ‘NA’,
*Ji bo ku azadiya bawerî û wijdanê li ser zemîna welatiya wekhev dixwaze bi destûrê were mîsogerkirin,
* ji bo cîhaneke azad, hevjiyana azad, ji bo jiyanaeke wekhev û azad a jin, ciwanan,
*Bi qutebirî ji bo ku dadê, serweriya hiqûqê, mafê mirovan, xwegihandina xizmeta perwerdehî û tenduristiya baş, ji bo karê wekhev mehmiza wekhev diparêze, ji bo ku dixwaze sirûst û derdor were parastin, huner azad bibe, çapemenî aad bibe û ji bo ku dixwaze zarok, ciwan werin pararstin, ji bo ku ji bo jinan cihêkariya pozîtîf dixwaze û wekheviya zayendan dnaiye ber xwe em destekê didine HDP’ê û Selahattîn Demîtaş.’’