Ji 31 endamên SDP’ê re daxwaza girtinê

Ji 31 endamên SDP’ê re daxwaza girtinê

ji 59 kesên piştî êrîşa polîsan ya li dijî berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê hatin binçavkirin, 31 kes bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê.

Ji 59 kesên ku piştî êrîşa polîsan ya li dijî berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê kirin, 31 endamên SDP’ê bidaxwaza girtinê veguhestin dadgehê. Hate hînbûn ku, 5 kes serbest hatine berdan, lê dê dibin çavdêriyê de bin û hat ragihandin ku, hemû kesên veguhestina dadgehê endamên SDP’ê ne. Hate ragihandin ku, Ulaş Bayraktaroglû, Goze Altinoz û Ecewît Pîroglû bi îdiaya “rêveberên rêxistinê ne” têne sûcdarkirin lê belê navê rêxistinê nehate aşkera kirin.