Ji 300’î zêdetir kes li nexweşxaneyane
Ji 300’î zêdetir kes li nexweşxaneyane
Ji 300’î zêdetir kes li nexweşxaneyane
Piştî êrîşa çend roj berê ya li hemberî berxwedêrên Parqa Gezî ya Taksîmê, ji 300’î zêdetir kesî serî li nexweşxaneyê da. Doktoran da zanîn ku gelek çalakger li gel ku birîndar bûne jî neçûne nexweşxaneyan û hat diyar kirin ku hejmara birîndaran dibe ku zêde be.
Hate destnîşan kirin ku rewşa zarokê bi navê Berkîn Elvan yên ku li taxa Mahmut Şevket Paşa ya Okmeydani dema ji bo nan bigire derketibû derve rastî hedefa polîsan a bombeya gazê hatibû jî di xetereyê de ye.
Di dema êrîşa polîsan de parlamenterê CHP’ê Ramîs Topal bivîla wî şikestibû û cigrê serokê giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî bombeya gazê li ruyê wî ket û di bedena wî de şewat çêbû.
Waliyê Stenbolê jî da zanîn ku di encama mudaxaleyê de 44 kesî serî li nexweşxaneyan dane û rewşeke giran tune.
Di dema bûyeran de jina ku 3 mehî ducanîbû, ji ber gaza îsotê û darbeyan zaroka wê ji ber çû.
Di dema bûyeran de hunermenda muzîka gel Pinar Aydinlar ku li Siraselviler bû ji ber darbeyên polîsan yên copê birîndar bû. Hat hînbûn ku nûnerên Sîne-Senê Galîp Gorur jî bi guleya plastîk birîndar bûye. Duh di êrîşa polîsan a Otela Dîvan de hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Claudîa Roth jî hebû. Roth got: “wek şer bû, jin, zarok hemû kes rastî êrîşê hatin. Bi bombeyên gazê mirov kirin hedef.