Beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dewleta Elman heta ku jê tê destekê dide rejîma Erdogan. Bi vê armancê, polîsên Elman serê vê sibehê saet 5:30'î avêtin ser komeleya NAV-DEM'ê û buroya Civaka Azad. Rêbaza êrîşê ya polîsên Elmna ne kêmî ya polîsên Tirk bû.
Polîsan di heman demê de li malên rêveberên NAV-DEM'ê jî lêgerîn kirin û bi şikandina derî ketin hundir. Polîsan xwepêşandaneke ku wê 3'ê Kanûna 2017'an ji bo Efrînê bihata kirin, lê pêk nehat, ji xwe re kirin hincet. Li gorî polîsan û dozgeriya ku lêpirsînê dimeşîne, bi xwepêşandanê re wê "qanûna komeleyan bihata binpêkirin".
DERÎ ŞIKANDIN
Polîsên ku demeke dirêj li saziyên Kurdan lêgerîn kirin, gelek derî şikandin û dest danîn ser komputeran. Ji rêveberên Civaka Azad Alî Çîçek li ser êrîşê ji ANF'ê re axivî û helwesta polîsên Elman bi tundî şermezar kir.
Çîçek da xuyakirin ku êrîş li dijî azadiya fikirin û raman e û got, ev nêzîkatiya dewleta Elman tê wateya piştgiriya ji bo operasyonên dewleta Tirk ên li dijî mûxaleftê û gelê Kurd.
Rêveberê Civaka Azad diyar kir ku ev êrîş wê bandorê li karê wan neke û wê hem sûcên dewleta Tirk hem jî desteka Elmanyayê ya ji bo van sûcan ji raya giştî re vebêjin.