Jelpke: Polîsên Elman ji bo Erdogan dixebitin

Parlamentera Partiya Çep Jelpke nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsên Elman a li ser saziyên Kurdan da û got, "Ev êrîş ji bilî desteka ji bo kampanya hilbijartinê ya Erdogan nayê ti wateyê."

Polîsên Elman doh serê sibehê saet 5.30'î mîna polîsên Tirk êrîş biribûn ser komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) û buroya Civaka Azad.

Polîsan her wiha li mala rêveberên NAV-DEM'ê geriyan, derî şikandin û ketin hundir. Polîsan xwepêşandaneke ku 3'ê Kanûna 2017'an ji bo Efrînê bihata kirin lê pêk nehat, weke hincet nîşan dan û dest danîn ser komptern.

'ÊRÎŞ HER WIHA LI DIJÎ DENGDÊRÊN HDP'Ê YE'

Endama Meclîsa Federal Ulla Jelpke ya ji Partiya Çep li ser êrîşa polîsên Elman daxuyaniyek da û diyar kir ku ew bi saziyên Kurdan re ye. Jelkpe ku berdevka karên hundir a Partiya Çep e nerazîbûn nîşanî êrîşê da û got, "Êrîşa li ser saziyên Kurdan ji bilî destekkirina kampanya hilbijartinê ya rejîma Erdogan nayê ti wateyê. Endamên NAV-DEM'ê demeke dirêj e li kolanan ji bo HDP'ê karê hilbijartinê dikin û ji bo bi hêsanî dengdan li konsolosxaneyên Tirk bê kirin, hewl didin.

Bi serdegirtinê re hewl tê dayin ku pêşî li mûxalefeta li hemberî Erdogan were girtin. Tirsa herî mezin a Erdogan ew e ku partiyên çep û mûxalîf bibin yek û têbikoşin. Ji ber vê tirsê, namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji Mijdara 2015'an ve li girtîgehê dihêle."

Ulla Jelpke destnîşan kir ku êrîşa dozger û polîsên Berlînê ya li dijî saziyên Kurdan divê di çarçoveya kampanya hilbijartinê ya rejîma Erdogan de bê nirxandin û ev bang kir, "Divê desteka yekser an jî neyekser a ji rejîma Erdogan re tê dayin, tavilê bê qedandin."

ARDIL: DIYARIYEKE JI BO TIFAQA AKP-MHP'Ê

Nûnerê saziyên Kurdan ên li Berlînê jî li ser êrîşê ji ANF'ê re axivîn. Hevserokê NAV-DEM Berlînê Yeko Ardil got, "Polîs kengî bixwaze dikare xwe bigihîne me û em dikarin deriyê komeleyê jê re vekin. Lê belê tevî vê yekê jî derî û paceyên komeleyê şikandin."

Ardil işaret bi dîmenên talankirina komeleyê ji aliyê polîsan ve kir û got, "Ev êrîş diyariyeke ji bo tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst. Di çarçoveya qanûnên Elman de em ê heta dawiyê mafên xwe yên hiqûqî biparêzin."

Hevbedevkê HDK-Berlîn Rezan Aksoy jî anî ziman ku polîsên Elman mîna polîsên Tirk êrîş kirine û got, "Li Tirkiyeyê desthilatdariya Erdogan diheje. Û bi destê hikumeta Elman hewl didin çavên me bitirsînin."

Aksoy got, "Em ê ji bo hilbijartinê hê bi xurtî bixebitin û bi vî rengî bersivê bidin."