Jan Myrdal: DYE û Îngîlîstan di bikaranîna çekên kîmyewî de bi sabikaye

Jan Myrdal: DYE û Îngîlîstan di bikaranîna çekên kîmyewî de bi sabikaye

Nivîskarê Swêdî Jan Myrdal ku yek ji entelektuelê herî navdar yê Ewropayê ye, diyar kir ku welatên ku gaza kîmyewî hildiberînin û welatên emperyalîst yên li dijî gel bikartînin, niha bi sûcdariya ku Sûriyeyê gaza kîmyewî bikaraniye xwe amade dike ku êrîşê Sûriyeyê bike û got ev jî dirutiye.

Myrdal der barê pirsa me ya ku DYA ji bo êrîşê Sûriyeyê bike amadekariyan dike de jî wiha got: “Di cîhanê de cara yekemîn çekên kîmyewî di 1’emîn Şerê Cîhanê de Îngîlîstanê li Iraqê bikaranî. Piştre Japonyayê li Çînê û DYA’ê jî li Koreyê bikaranî. Di dema şerê Vîetnamê de DYA’yê li dijî gerîla û gel gaza ‘Agent orange’ bikaranî.”

Myrdal anî ziman ku ger li Sûriyeyê çekên kîmyewî hatibin bikaranîn jî, ne karê DYA’yê ku vê lêkolîn bike û kê ev pêk aniye tespît bike, ev karê lêkolînerên NY’ê ye. Myrdal wiha pê de çû: “DYA ya ku ji bikaranîna çekên kîmyewî bi sabikaye, tehdît û êrîşa li hemberî Sûriyeyê pêk bîne, teqez nayê qebûlkirin.

Mudaxaleya ku DYA bike, dibe ku şûnde lê vegere. Dibe ku li herêmê rê li ber şerekî mezin vebike. Emperyalîstan her tim şerê ol û mezhebî sor kir. Ger li Rojhilata Navîn tiştekî wisa bibe, gelo çend nifşên ku aştiyê pêk bîne hene.

DYA’yê El Qaîda da avakirin. Destpêkê emperyalîstan da avakirin. Niha jî li dijî wan têdikoşe. Lê DYA hêj wek prensîb El Qaîdeyê diparêze. Di êrîşali dijî Sûriyeyê de El Qaîdeyê bi hêz dike.”

Myrdal hevkariya ku Tirkiye bi DYA’yê re dike  û piştgiriya ku dide komên El Nusra jî rexne kir û got divê AKP û Erdogan dest ji van pêkanînan ku şer teşwîq dike, berde.