Jacob Mîrza: Partiya Suryaniyan HDP ye

Jacob Mirza ê li Swêdê weke Nûnerê Yekitiya Suryaniyên li Ewropayê di nava Koma Hilbijartinê ya HDP’ê ya cih digire, anî ziman ku wê Suryaniyên li Ewropayê dijîn dengê xwe bidin HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş.

Mîrza, di derbarê hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji ANF’ê re axivî.

Mîrza, ku di heman demê de di Televîzyona Suroyo ya Asûrî-Suryanî-Keldaniyan weşangeriyê dike, anî ziman ku cara yekem e rêxistin û saziyên Suryaniyan ên li Tirkiye û Ewropayê kelecana hilbijartinê dijîn.

Mîrza anî ziman ku Suryaniyên li Tirkiye, Ewropayê  û welatên cêwaz dijîn, ji bo serketina HDP'ê seferber bûne. Mîna li welatên din, li Swêdê jî komîteyên hilbijartinê ava kirine û ji bo Suryaniyan xebatên berfireh ên agahdarkirinê dimeşînin.

Mîrza wiha axivî: "Em ji gel û welatê xwe dûr ketin. Dewleta Tirk ji bo gelê me welêt biterikîne her tiştî dike. Em di vê hilbijartinê de gelek serwext bûn. Gelê me pêwendiyeke mezin nîşanî hilbijartinê dide."

OLDARÊN SURYANIYAN PIŞTGIRÎ DAN HDP’Ê

Mirza got; "Ji bo gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide em xebateke berfireh dimeşînin. Me serdana Dêran kir, oldar û gelê xwe di derbarê hilbijartinê de agahdar kir. Em çûn serdana mal û kargehan. Li tevahiya Ewropayê hemû Dêran helwesteke gelek erênî raber kir. Oldarên Dêran ji bo meşandina xebatên me yên HDP’ê bûn alîkar. Rewşeke wiha di dîroka Suryaniyan de cara yekem e pêk tê. Li Elmanya, Holanda,  Belçîka û gelek welatên Ewropayê li Dêrên me ji gel re weez hatin dayîn û ji bo HDP’ê piştgirî hat xwestin. Pêwendiyeke mezin a gelê me ji bo hilbijartinê heye."

SURYANÎ HDP'Ê WEKE PARTIYA XWE DIBÎNIN

Mîrza anî ziman ku sempatiyeke zêde ya Suryaniyan ji bo Selahattîn Demîrtaş heye û got: "Gelê me Selahattîn Demîrtaş, ji xwe dibîne. Sempatiya gelê me ya ji bo HDP’ê heye. Dikarim bêjim ku wê di hilbijartinê de ji sedî 95 dengên xwe bidin Demîrtaş. Suryanî HDP’ê weke partiya xwe dibînin."

SURYANÎ BI SAYA HDP’Ê DIJÎN

Di dewama axaftina xwe de Mîrza got, "Li Tirkiyeyê, Suryanî gelek tiştan cara yekem bi HDP’ê jiyan. Erol Dora, ji HDP’ê bû parlamenter. Navê cih û gundewarên Suryaniyan ji hêla şaredariyên HDP’ê ve şûnde hatin dayîn, lewhayên Suryanîkî hatin danîn. Lê belê piştî qeyyûmên AKP’ê, ev lewha hatin rakirin. Her tişt veguherî weke berî. Li gorî Erdogan li Tirkiyê ji xeynî Tirkan tu gel nîn e. ji bo wê her tim dibêje ‘yek milet, yek al, yek welat’ dibêje."

HEKE EM JI WELATÊ XWE QUT BIBIM EM Ê BI TUNE BIBIN

Mîrza anî ziman ku di Televîzyona Suryoyoyê de her êvar bangî gel dikin ku dengên xwe bidin HDP û Selahattîn Demîrtaş û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji gelê xwe re dibêjin, bixwazî nexwazî ew der welatê me ye . Em kuştin, serê me dan ber şûran, em ji xaka me qewitandin. Lê tevî her tiştî jî ew welatê me, xaka me ye.  Heke em ji xak xwe qut bibim em ê bi tunebûnê re rû bi rû bimînin."