Israîlê 2 Fîlîstiniyên din kuşt, DYA’yê hişyar kir!

Israîlê 2 Fîlîstiniyên din kuşt, DYA’yê hişyar kir!

Di vê dema ku hevdîtinê aştiyê didomin de leşkerên Israîlê di nava 12 saetan de li Şerîaya Rojava ya di bin dagirkeriyê de du fîlîstinî kuşt.

Leşkerên Israîlê li konteya kontrolê ya konteynirên Bakurêrihilatê Kudusê sibê Enes Fuad El-Atraş yê 23 salî gulebaran kir û kuşt. Berdevkê polîsan yê Israîlê Mîchy Rosenfel diyar kir ku Fîlîstiniyekê ku didestê wî de kêr hebû ji aliyê muhafizên sîro ve hatiye kuştin.

Bavê Atraş ji AFP’ê re axivî û got: “Muhafizên sînor yên Israîlê da zanîn ku du kurê wî li nokteya kontrolê dane rawestandin û piştre deriyê wesayîtê vekirine. Kurê min ji wesayîtê dema derdiket hat kuştin.”

Roja pêncşemê li Rojavayê Şerîa li bakurê bajarê Nablus kesek ji aliyê hêzên Israîlê ve hat kuştin. Rosenfeld îdia kir ku Fîlîstiniya berbi Israîlan ve fîşekên hewayî avêtine û persolên ewlehiyê gule lê barandine û got gumanbar li cihê bûyerê miriye.

KERRY HIŞYAR KIR

Wezîrê karê Derve yê DYA’yê John Kerry, da zanîn ku di rewaşa ku hevdîtinên bi Fîlîstiyanr e bi têkçûnê encam bibe, dê serhildanên nû rû bidin û Israîl di mijarê de hişyar kir.