Îsraîl wê 26 girtiyên Fîlîstînê serbest berde

Îsraîl wê 26 girtiyên Fîlîstînê serbest berde

Îsraîl wê 26 girtiyên Fîlîstînî roja 13'ê Tebaxê serbest berde. Di daxuyaniya li ser mijarê de hat ragihandin ku destpêkê wê girtiyên temen dirêj bên berdan.

Îsraîlê dabû xuyakirin ku di çarçoveya hevdîtinên aştiyê yên bi Fîlîstînê re wê 104 girtiyan serbest berde. Di daxuyaniya serkêşê danûstandinan ê Fîlîstînî Saeb Erakat de hat ragihandin ku Îsraîl wê ji 26 girtiyên Fîlîstînî roja 13'ê Tebaxê de serbest berde. Erakat diyar kir ku Îsraîlê qebûl nekiriye ku hemû girtiyan bi carekê serbest berde.

Hat ragihandin ku 104 girtî wê bi 4 qonaxan werin berdan û 26 girtiyên di qonaxa yekemîn de roja 13'ê Tebaxê werin berdan, wê girtiyên temen dirêj bin.

Civîna duyemîn a danûstandinên bi serokatiya ji Fîlîstînê Saeb Erakat û Wezîra Edaletê ya Îsraîlê Tzîpî Lîvnî wê piştî serbestberdan girtiyan, destpê bike.