Girtiyê siyasî yê bi navê Mehmet Alî Arslan ê li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1. a Bandirma ya Balikesîrê tê ragirtin, xwest qawîşê biguherîne. Bi vê armancê Arslan daxwaznameyek pêşkêşî rêveberiya girtîgehê kir. Ji ber ku bersiv jê re nehat dayîn Arslan ji gardiyan re got, ew dixwaze bi midûrê girtîgehê re baxive. Lê belê gardiyan heqaret û sixêf lê kir. Bi dehan gardiyan û tîmên taybet ên girtîgehê ketin hundirê qawîşa Arslan lê dimîne, li wî dan û îşkence kirin. Dûre Arslan birin odeya sergardiyan û li vê derê jî li wî dan, heqaret lê kirin. Piştî îşkenceyê Arslan rakirin revîrê, lê belê rapora li vê derê li ser piştrastkirina lêdana lê hatiye kirin jê re hat dayîn, ji aliyê gardiyanan ve hat desteserkirin.
Arslan bi rêya nameyekê, îşkenceya li wî hat kirin vegot:
"Piştî lêdanê, bedena min werimî. Ez rakirin revîrê. Her derê min birîndar bûbû û gelek hestiyên min şikestibûn. Doktor raporek li ser lêdana li min hat kirin, da. Lê belê piştre dest danîn ser vê raporê. Min gilî kir, lê ji wir jî ti agahî nehatiye. Hestiyê sînga min bi dijwarî eciqiye. Dîmenên kamerayê hene, lê têkildarî giliyê min kirî de ti gav nehatiye avêtin."
JI BO ÎŞKENCEYÊ TÎMÊN TAYBET HATINE AVAKIRIN
Serokê TAY-DER'ê Mûsa Karbadag der barê mijarê de agahî da ANF'ê û da zanîn, zext, qedexe û îşkenceya li girtîgehan di dema dawî de zêde bûne, ji gelek girîgehan gilî li ser binpêkirina mafên mirovan tên kirin.
Karbadag da xuyakirin, ku piştî destpêkirina êrîşên qirkirinê yên li bajarên Kurdistanê, êrîşên li hemberî girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê jî zêde bûne û got, "Hemû girtîgeh veguherîne îşkencexaneyê. Bûyera li Girtîgeha Bandirmayê mînakek zêdebûna van êrîşan e. Li gorî agahiyên li ber destê me, li hemû girtîgehan tîmên ji provokator û sadîtan pêk tên di bin navê 'A Takim' de hatine avakirin. Ev tîm îşkenceyê li girtiyan dike."
'BÊDENGIYA RAYA GIŞTÎ CESARETÊ DIDE ÎŞKENCEKARAN'
Karbadag bal kişand ser xeteriya bêdengiya raya giştî û got, "Ev bêdengî hîn bêhtir cesaretê dide îşkencekaran. Em ê bûyera li Badirmayê bişopînin. Em bang li raya giştî dikin ku berê xwe bizîvirîne girtîgehan. Em çiqasî bêdeng min, ew ê ewqasî bi cesaret îşkenceyê bikin."