Işik: Rûsya Tirkiye anî ser xeta xwe

Nêzîkbûna Tirkiyê-Rûsyayê rojnamevan-nivîskar Fehîm Işik ji ANF’ê nirxand û got, ev nêzîkbûn encama têkçûna polîtîkayên Erdogan ên Rojhilata Navîn e.

Têkiliyên Rûsya û Tirkiyê ku li ser sînorê Sûriyeyê piştî ku ji hêla artêşa Tirkiyeyê ve(TSK) balafira şer a Rûsyayê hatibû xistin, qediyabûn, piştî serdena Serokkomarê Tirk Erdogan a Petersbûrgê kete pêvajoyeke nû. Serokkmarê Tirk Erdogan û Wezîrê Karê Hundir ê Tirk têkildarî vê serdanê gotin,’’Têkilî bi temamî rast bûn’’, Serokdewletê Rûsyayê, Pûtîn jî got, ji bo ku têkilî werin ser sêhra berê, hinek wext jê re pêwîst e.

Fehîm Işik nêzîkbûna Rûsya-Tirkiyê ji ANF’ê re nirxand. Işik got, ev nêzîkbûn encama têkçûna polîtîkayên Erdogan ê Rojhilata Navîn e û wiha anî ziman: ‘’Piştî ku ev polîtîka bi paş ve çû, Tirkiye roj bi roj kete rewşeke wiha de ku êdî nema dikare jê derbikeve, Tirkiye neçar ma ku bi paş ve gav bavêje. Têkiliyên bi Israîl û Rûsyayê re dîsa dest pê kirin. Tirkiye piştî ku tiştên ku Rûsya gotin qebûl kir û gav avêt û karî ji Pûtîn re bibêje; ‘’Dostê min.’’

Işik diyar kir, ji niha û şûn de zehmet e ku Tirkiye polîtîkayên xwe bi Rûsyayê bide qebûlkirin û wiha pê de çû: ‘’Erdogan, li Tirkiyê her çendî weke hikûmeteke ku xurt dibe, zal dibe xuyanî bike jî, di rastiya xwe de li derveyî Tirkiyê roj bi roj qels dibe, dibe welatekî ku hîkariya wê namîne.’’

NE SERKEFTINA TIRKIYÊ YE

Işık bi bîr xist ku îdîaya Tirkiyê ya li Rojhilata Navîn ew bû ku ‘’Bikeve nav dewletên ku lîstikê ava dike’’ û wiha dom kir:

‘’Bi ser de jî dixwest bibe diyarkarê lîstikê. Kesên ku digotin, ‘’Ez ê li Mizgefta Emewî nimêja Înê bikim, nikare gaveke biçe wî aliyê dî yê sînor. Digotin; ‘’Nikarin biçin aliyê din ê Firêt, lê îro xuyanî dike, yên ku derbasî aliyê dî yê Firêt bûn, di heman demê de, avaniyên wiha ne ku xweyî wê îdîayê ne ku siberoja demokratîk a Sûriyeyê jî ava bikin. Di rewşeke wiha de, nêzîkbûna Tirkiyê ya ber bi Rûsyayê ve, ne serkeftina Tirkiyê ye; Rûsyayê Tirkiye anî ser xeta xwe.

Heke îro di ser Sûriyeyê re li Rojhilata Navîn wê guherînek pêk were, ev ê nikaribe li ser eniyeke hevpar a ku xwe li ser dijberiya Kurdan an jî Rojava ava dike, pêk were. Ez ne di wê baweriyê de me ku Rûsya wê siyaseteke wiha bike. Têkildarî avaniyên çeteyan ku bi kêmanî bi qasî desthilatdariya Sûriyê di rewşa heyî de berpirsyar in, ku ji destpêka krîza Sûriyê ve, li gel Tirkiyê, ji hêla Erebîstana Siûdî û Katarê ve piştevanî li çeteyan tê kirin, dibe ku guherîn pêk werin. Di polîtîkaya Tirkiyê de, li hemberî DAIŞ’ê guherînên girîng çêbûn. Ji guherînê mebesta min ev e ; bi hişkereyî nikare destekê bide DAÎŞ’ê û bêyî dilê wê jî be, neçar ma ku bikeve wê polîtîkayê ku rêyên derbasbûna DAIŞ’ê bibire. Piştî 15’ê Tîrmehê diyar bû ku nema dikare weke berê destekê bide rêxistinên çete yên wekî El Nûrsa û Ahrar El Şam jî. Ev rewş helbet di berjewendiya Rûsyayê de ye.’’

Işik got, Rûsya, ji bo ku Tirkiye têkiliyên xwe yên bi çeteyan re bi temamî bibire, dikare zextan li Tirkiyê bike û diyar kir, nîşaneyên vê jî di hevdîtna duh de ji hêla Pûtîn ve hatine dayin; ‘’Pûtîn bi zelalî got, di demekî kurt de, wê guherîn pêk neyên, wê li zemên berbelav bibe.’’

Fehîm Işik got, ew bawerî pê nayîne ji ber sedema nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyê, Rûsya û Emerîka wê li Rojhilata Navîn werin pêşberî hev û got, ‘’Tirkiye, helbet, wê têkiliyên xwe yên li gel Rûsyayê, li hemberî NATO û YE’yê weke kozekê bi kar bîne. Lê ji vê kozê wêdetir wê nikaribe biçe. Tirkiye ne di pozîsyoneke wiha de ye ku wê ji NATO’yê derbikeve û bi carekê re, bi destûrdayina Rûsyayê bikaribe biçe Şangayê. Ev li dijî sîsika siyasetê ye. Ne polîtîkayeke wiha ye ku mirov bikaribe heq jê derbikeve ku têkiliya hevkariyê ya 50-60 salî biqedîne û bikeve nav têkiliyeke hevkariyê ya nû. Rûsya di vê mijarê de wê pir bi pûtepêdanî nêzîk bibe. Rûsya ji Tirkiyê bêhtir li berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn difikire. Nêzîkbûna li Tirkiyê ji bo Rûsya girîng e. Lê têkiliyên wê yên cihê hene ku ji bo vê feda nake.’’

Işik diyar kir, di serdema pêş me de, dibe ku operasyonên bi ser çeteyên cîhadîst ên li derveyî DAIŞ’ê li Sûrî dibe ku zêdetir bibin û got, ‘’Ez di wê baweriyê de me ku piştî operasyona Minbicê li herêmên Cerablus, Ezaz, Bab heya bi Idlîbê ku em jê re Şehba dibêjin, dibe ku bi ser rêxistinên dî jî operasyon werin kirin. Ev polîtîka ne bi dilê Tirkiyê ye lê ji niha û şûn de neçar e ku li gorî van polîtîkayan biçe.’’

Işik diyar kir, Tirkiye, bi hevdînên Rûsyayê , wê hewl bide ku dankirinên bi ser Rojava de jî bîne rojevê lê ev ê bi kêrî tiştekî neyên û got, ‘’Tirkiye êdî bi Rûsyayê re di nav têkiliyeke wiha de ye ku hewceyî Rûsyayê ye.’’