Îsa Huso: Xwedî jiyaneke berxwedêr

Îsa Huso: Xwedî jiyaneke berxwedêr

Siyasetmedar û têkoşerê Kurd Îsa Huso di jiyana xwe de kedeke mezin ji bo azadiya Gelê Kurd daye û li ser vê yekê gelek caran di girtîgehên rejîma Baas de rastî êşkenceya giran hatiye. Lê tevî girtin û êşkenceyê jî Huso dest ji têkoşîna azadiyê berneda û heta kêliya dawî ya jiyana xwe di nav kar û xebatên siyasî de cih girt.

Îsa Huso di sala 1954’an de li gundê El Bora yê Til Hemîs ê ser bi bajarê Qamişlo hatiye dunyayê. Li mala bapîrê xwe ya li gundê Girbawî (Ebû Rasîn) ya girêdayî Qamişlo jiyaya. Di destpêka temenê ciwaniya xwe de zewiciye, bavê 7 kur û 3 keça ye. Piraniya zarokên wî xwendekar in. Kurê wî Ferhad Baran di sala 1995’an de tevlî nava refên PKK’ê bû û 12 salan ku di nava PKK’ê de têkoşiya heta 21’ê Tîrmeha 2006’an de di pevçûnên bi leşkerên Tirk re jiyana xwe ji dest da. Îsa Huso ji bo wergirtina  cenazeyê kurê xwe Ferhad ket nava hewldanan, cenazeyê kurê xwe wergirt û cenaze di 26’ê Tîrmeha 2006’an de li Goristana Girbawî (Ebû Rasên) bi beşdariya hezaran kesî ve hat defnkirin. 

Di 23’ê Tîrmeha 2007’an de kurê Îsa Huso Îbrahîm ku wek Sîpan dihat nasîn tevlî nava refên PKK’ê dibe û bi navê Orhan Baran di nava gerîlayên PKK’ê de cihê xwe digire.

XWENDINA HUSO

Îsa Huso di sala 1962/1963 li  gundê Girbawî dest bi xwendina seretayî dike û xwendina xwe ya navîn û amadeyî jî li dibistanên Qamişlo ku piraniya wê li Dibistana El-Urûba dewam dike. Xwendina xwe li paytexta Lubnanê Beyrûdê di zanîngeha Beyrûd a Erebî de beşa Huqûqê didomîne. Îsa Huso piştî demek dirêj ji xwendinê qut dibe û piştî salên dirêj di sala 2007’an de xwendina xwe li zanîngeha Şamê dewam dike û di dema ezmûnan de ji ber ku di girtîgeha Edra ya paytext Şamê de girtîbû nekarî tevlî ezmûnan bibe.

BERXWEDANA HUSO YA SIYASÎ

Di jiyana xwe ya siyasî de her dem rastî zexta hêzên ewlekarî ya rejîmê hat, gelek caran ket girtîgehê û rastî êşkenceya tund a hêzên ewlekariyê ya rejîma Baas hat. Her dem navê Huso di nava lîsteyên girtîgehan de bû û derketina derveyî Sûriyeyê jêre hatibû qedexekirin.

Huso di dema pola 6’an de dilxwazê partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) bû û di bin bandora fikrê Apê Osman Sebrî yê ku yekem partî li Rojava damezirand bû. Di dema xwendina xwe ya navîn de tevlî nava partiyê bû û di dema xwendina xwe ya amadeyî de bi hêrs tevlî nava xebatên çandî, civakî û siyasî dibe û di nava rêxistina xwendekaran a partiyê de cihê xwe digire û bi awayekî aktîf ji bo pêşxistina çand, siyaset û wêjeya Kurdî gelek ked dide û heta sala 1982’yan di nav xebatan de cihê xwe digire.

Di wê demê de nakokî di nava rêveberiyên El-Partî de derdikevin û hinceta ku Huso alîgirê PKK’ê ye û ramanên PKK di civînan de belav dike pêş dixin. Di dawiya sala 1983’yan de Huso dest ji El-Partî berdide û tevlî nav berxwedana Tevgera Azadiya Gelê Kurd dibe û dest bi qonaxeke nû ya berxwedanê dike.

HUSO Û ŞOREŞA 12’Ê ADARA 2004’AN

Di şoreşa 12’ê Adara 2004’an de bi awayekî aktîf cihê xwe digire û wek nûnerê giştî yê têkiliyên derve yê PYD’ê tê erkdarkirin. Her wiha di wê demê de nûnertiya PYD’ê di civînên rêxistin û partiyên siyasî de dike. Di wê demê de gelek civîn û hevdîtinan bi nûnerên eşîrên Kurd, Ereb û pêkhateyên din re li dar dixe.

GELEK CARAN HATE GİRTİN

Têkoşerê Kurd Îsa Huso ji bo Newroza sala 2004’an were lidarxistin îsrar dike û nêrîna wî dijî ya partiyên siyasî ku wê demê dibêjin, pêwîst e Newroz neyê lidarxistin û şîn bê girtin û alên reş werin daliqandin. Di nêrîna Îsa Huso de biryara partiyên siyasî ya nelidarxistina Newrozê teslîmkarî ye. Li ser vê yekê PYD’ê ji gelê Kurd xwest ku dakevin qadan Newrozê pîroz bikin û şahiyên Newrozê tên lidarxistin.

Ji ber israra lidarxistina Newrozê di 11’ê Nîsana 2004’an de Huso hate girtin û sewqî girtîgeha Şamê beşa êşkenceyê ya 295’an hate kirin. Piştî 12 rojan êşkenceya hovane Îsa Huso tevlî 650 girtiyên siyasî  ku di şoreşa 12’ê Adarê de hatin girtin sewqî Girtîgeha Leşkerî ya Seydnaya tên kirin. Di girtîgehê de rastî êşkenceke fizîkî û psîkolojî tê. Îsa Huso piştî 3 meh û 7 rojên di girtîgehê de derbas dike di 22’ê Tîrmeha 2004’an de  tê berdan.

Îsa Huso piştî derketina ji girtîgehê careke din li xebata xwe ya siyasî vedigere û di kongreya 2’yemîn a PYD’ê de wek endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya partiyê hate hilbijartin, her wiha wek berpirsê PYD’ê li herêma Cizîrê cihê xwe digire.

Di 14’ê Tîrmeha 2006’an de Îsa Huso di merasîma şehîdên Tevgera Azadiya Gelê Kurd a li Şêxmeqsûd a Helebê de diaxife û li ser vê yekê Îsa tevî Mihemed Akûfa ku wê demê de spîkertî kiribû tên girtin û 3 mehan di girtîgeha Tîpa F de dimîne û piştî 3 mehan ji aliyê ewlekariya siyasî ya Hesekê ve hate berdan.

Îsa Huso di 2’ê Mijdara 2007’an de li Qamişlo tevlî meşa şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê li ser Başûrê Kurdistanê dibe. Li ser vê yekê Huso tevî 25 kesên din tên girtin û rastî êşkenceya hovane ya hêzên rejîma Baas tên. Di wê demê de di girtîgeha polîsên leşkerî yên Hesekê, girtîgeha Hesekê ya navendî û ji wir sewqî girtîgeha Navendî ya paytexta Sûriyeyê Şamê tê kirin û di 3’yê Kanûna 2008’an de hate berdan. Piştî rojek ji serbest berdanê di 4’ê Kanûna 2008’an de careke din ji aliyê îstixbarata giştî ya Sûriyeyê ve hate girtin û 15 rojan êşkence lê hate kirin.

Di 16’ê Cotmeha 2010’an de careke din ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Baas ve hate girtin. Wê demê nû ji Kongreya 4’emîn a PYD ku li Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin vegeriya bû. Derbarê kongreyê de lêpirsîn pêre hate kirin û di 22’ê Cotmehê de dest û çavên wî hatin girêdan û sewqî paytexta Sûriyeyê Şamê hat kirin, piştî 3 mehan rewşa zehmet di 10’ê Sibata 2011’an de ji aliyê ewlekariya siyasî ya Hesekê ve hate berdan.

Di wê demê de derketina derveyî Sûriyeyê û heta di nava parêzgehên Sûriyeyê de jê re hate qedexekirin û navê wî li  hemû navendên kontrolê hat belavkirin.

PIŞTÎ ŞOREŞA ROJAVA Û SÛRIYEYÊ

Îsa Huso di 16’ê Kanûna 2011’an de tevlî Kongreya Yekemîn a Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê dibe û weke Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsê tê hilbijartin, di sala 2012’an de wek Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Desteya Bilind a Kurd hat hilbijartin. Huso di 2013’an de weke Rêveberiya Têkiliyên Dîplomasiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin û wek endamekî rêveber di Komîteya Dîplomasiyê de cihê xwe girt.

Huso tevlî gelek civînên navneteweyî yên derbarê pirsgirêka Kurd li Stenbol, Fransa, Norwec û Başûrê Kurdistanê bû.

Agahî ji rojnivîsa bîranînên Têkoşer Îsa Huso hatine wergirtin.