Îsa Huso û Bavê Cûdî li Salzburgê hatin bi bîranîn

Îsa Huso û Bavê Cûdî li Salzburgê hatin bi bîranîn

Li bajarê Awûstûraliyê Salzburgê ji aliyê Komelaya Çandî ya Kurdan ve, Endamê Desteya Bilind Îso Huso yê hefteya borî di encama sûîqestekê de jiyana xwe ji dest dayî û Bavê Cûdî yê di girtîgehê de ji ber êşkenceyê hatî qetil kirin bi beşdarbûna sedan kesî bîranînek hat organîze kirin.

Biranîna ku têde bi sedan kes amamde bûn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo kesên ji bo azadiya têkoşîna gekê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîm.

Berpirsê Partiya YekitiyaDemokratîka (PYD) yê Awûstûralyayê Dr. Sebrî axaftinek kir. Dr. Sebrî da diyarkirin ku, destkeftiyên Rojava yên roja îro bi saya şehîdan hatine bi dest xistin. Dr Sebrî destnîşan kir ku divê tu kes li himberî êrîşên El Qaîdê yên li ser Rojava bê deng nemînin.

Di bîranînê de nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Zûhat Kobanî jî destnîşankir ku, Şoreşa Rojava parastin jiyana azad û demokratîk ya hemû parçeyên Kurdistanê parastine û wiha got: “Komên wek Dewleta Îslamiya Iraq, El Nursa û Iraq-Şam vîna gelê Rojava nîne. Li himberî hemû vîna gelê Kurd e. Bi rojane li ser gundên kurdan êrîş dikin bê ku bêjin zarok û jin qetlîaman dikin û malên wan di şewitînin û talan dikin. Bi sedan kurdan di girin û yek bi yek qetil dikin. Rojava Helebceya duyem jiyan dike.” Her wiha bang kir ku, hemû gelê Kurd ê li Ewropa di milê madî û manewî  de alîkariya gelê Rojavayê Kurdistanê bikin.

Di bîranînê de zizmên Îso Huso Sefedîn Mehmed, Fewaz Mehmed, Fewzî Îsa axaftinek kirin û dan diyar kirin ku, riyê Îsa Huso dayî meşandin em ê wê riyê berdewan bikin.

Di bîranînê de bang hat kirin ku, kampanya ku ji aliyê  Heyva Sor li Awûstûraliyê hatî dest pêkirin bi awayekî çalak tevlî bibin.