Iraqiyan gotin: Tirkiye ya dagirker derkeve
Bi hezaran Iraqiyên ku li pêşiya avahiya Sefaretexaneya Tirkiye ya li Bexdayê mîting li dar xistin, hebûna leşkerên dewleta Tirk a li Iraq û Başûrê Kurdistanê protesto kirin.
Bi hezaran Iraqiyên ku li pêşiya avahiya Sefaretexaneya Tirkiye ya li Bexdayê mîting li dar xistin, hebûna leşkerên dewleta Tirk a li Iraq û Başûrê Kurdistanê protesto kirin.
Aloziya ku dewleta Tirk ya ji ber rêznedayîna desthilatdariya Iraqê derketî belavî kolankên Bexdayê bû. Bi 10 hezaran Iraqî yên ku beşdarî mîtinga ku li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Taxa Vezîriyeyê ya li herêma Bab ûl-Mûazzem a li paytext Bexda ya Iraqê bûn.
Xwepêşanderên ku alên Iraqê hilgirtin dirûşmên mîna “Dagirker derkevin”, “Tirkiye derkeve” qîr kirin. Li ser dovîzên ku karîkatorê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî hebûn nivîsên mîna “Dawî li dagirkeriya Osmaniyan hatiye” bilind kirin.
Parlementer Şêx Mecîd Fartûsî yê ku xîtabî bexdayiyên ku guh dan banga Serokê Şiiyan Muqtad El-Sadir, wiha got: “Em mudaxeleya Tirk ya ku xwe têkelî karê hindir ê Iraqê dike şermezar dikin. Ti kes bê destûr nikare têkeve axa Iraqê û dagir bike.”
Parlementerê Iraqê bibîr xist ku di meclîsê de heyîna leşkerên Tirk a li ser axa Iraqê weke dagirker pênase dikin û dibînin, diyar kir ku tişta pêwîst wê bikin.