Iraqê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyonê kir
Hêzên Iraqê li ser sînorê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyonê kir.
Hêzên Iraqê li ser sînorê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê dest bi operasyonê kir.
Hêzên Iraqê ragihandin ku li herêmên navbera Selahaddîn, Mûsil û Enbarê û heta sînorê Iraq-Sûriyeyê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê danê sibehê dest bi operasyonê kirine.
Tevî hêzên artêşê hêzên Heşdî Şabî û Heşdî Aşaîrî jî tevlî operasyonê bûne. Her wiha hêzên koalîsyona navneteweyî û hêzên hewayî yên Iraqê piştgiriyê didin operasyonê.
Hikumeta Iraqê diyar kiribû ku di sala 2017’an de serweriya DAÎŞ’ê ya li ser axa Iraqê bi dawî bûye. Lê DAÎŞ bi yekîneyên xwe yên veşartî li herêmên cihê yên Iraqê êrîşan dike.