Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe vekişîne

Hikumeta Iraqê piştî êrişên hewayî yên li ser Mexmûr, Şengal û qadên gerîla, ji dewleta Tirk xwest ku hêzên xwe yên leşkerî vekişîne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li dewleta Tirk kiriye ku dawî li "çalakiyên xwe yên provokatîf" bîne û yekîneyên xwe ji xaka Iraqê vekişîne.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê cara duyemîn bang li Sefîrê Bilind ê Tirk ê li Bexdayê kir û nameya şermezarkirinê da wî. Li gorî Wezareta Karên Derve ya Iraqê, di nameyê de êrişên Tirkiyeyê "bi gotinên herî tund" hatine şermezarkirin.

Balafirên şer ên Tirk di şeva Yekşem-Duşemê de êrişeke berfireh a hewayî biribûn ser Mexmûr, Şengal û qadên gerîla.