Iraq wê Tirkiyeyê ya ku êrîşî Şengalê kir, li NY gilî bike

Ji ber ku artêşa Tirk êrîşî Şengalê kiriye wê Iraq wê li Neteweyên Yekbûyî gilî bike.

Di danişîna îro ya Parlementoya Iraqê de rapora Komîsyona Parastin û Ewlekariyê bi gelek dengan hate qebûlkirin.

Têkildarî nîqaş û biryarên di Parlementoya Iraqê de Parlementerê YNK’ê yê Iraqê Mihemed Osman got:“Rapora Komîsyona Parastin û Ewlekariyê a têkildarî êrîşên dewleta Tirk ji aliyê gelek parlementerên Şîa, Sunnî û Kurd hate qebûlkirin. Parlementoyê êrîş şermezar kir û biryar hat stendin ku Tirkiye li Neteweyên Yekbûyî were gilîkirin. Di heman demê de biryar hat dayîn ku divê Tirkiye lêborîna xwe ji Iraqê bixwaze.”