Iraq: Divê Tirkiye êrişên xwe rawestîne

Fermandariya Çalakiyên Hevbeş a Iraqê ji dewleta Tirk a dagirker xwest ku dawî li êrişên xwe bîne û rêzê nîşanî serweriya Iraqê bide.

Têkildarî êrişên doh bi şev ên dewleta Tirk a dagirker ku li Mexmûr, Şengal û Qendîlê kir, Fermandariya Çalakiyên Hevbeş a Iraqê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ji dewleta Tirk a dagirker hate xwestin ku dawî li êrişên xwe bîne û rêzê nîşanî serweriya Iraqê bide.

Hêjayî gotinê ye, piştî her êrişeke dewleta Tirk a dagirker rayedarên Iraqî di vê çarçoveyê de daxuyaniyan didin, lê belê heta niha ji bo rawestandina êrişan gaveke berçav neavêtine.