Îranê rawestandina programa nukleerê pejirand
Îranê rawestandina programa nukleerê pejirand
Îranê rawestandina programa nukleerê pejirand
Hevdîtinên ku li bajarê Cenewre yê Swîsreyê di navbera Îran û 5 endamên welatên Konseya Ewlekariyê û Almanyayê li ser programa nukleera Îranê dom dikirin, bi encam bû.
Li Cenewreyê di encama muzakereya tûra sêyemîn ya roja pêncemîn de li hev kirin. Wezîrê Kar3e Derve yê DYA’yê John Kerry, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karê derve yê Fransayê Laurent Fabius, wezîrê Karê derve yê Îngilstanê William Hague, Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Guido Westerwelle, Wezîrê Karê Derve yê Çînê Vang Yi, Nûnera Bilind ya Polîtîkayên Ewlekariyê ûTêkiliyên Derve 3en Yeketiya Ewropayê Catherine Ashton û Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf beşdarî civîna muzakereyan bibûn.
Li gorî li hevhatinê dê Îran hemû programên nukleerê rawestîne û li beramberî vê jî dê hemû pêkanînên navnetewî ên li ser welat bêne rakirin. Tesîsên nukleerê ên Îranê bêy ku astengiyek hebe dê ji çavdêrên navnetewî re were vekirin.
Pêvajo dê aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were şopandin û didawiya şeş mehên destpêkê de, dê biryar bidin ku ka pêkanînên berê bên danîn yan na.
Serokê DYA’yê Barack Obama piştî li ser nukleera Îranê lihevhatin çêbû, daxuyanî da. Obama li Qesra Spî ji endamên çapemeniyê re axivî û got: “ Ji dema ku ez bûme serok heya niha, min biryardariya xwe ya ji bo astengkirina çekên nukleer ên Îranê dabû nîşandan. Weke ku min gelek caran jî anî ziman, ez vê pirsgirêkê birêyên aştiyane çareser bikim û me destê xwe yê dîplomasiyê dirêj kir.”
Obama balkişande ser bandora pêkanînên ku lihevhatin bixwe re aniyî û got, ew dê ji pêkanînên nû birevin. Obama da diyarkirin ku, dê hinek pêkanîn rabin û destûrê bidin hikumeta Îranê xwe bigehîne hinek dahatên ku heya niha ji ber pêkanînan nedikarî xwe bigihîneyê.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Mun jî lihevhatina di navbera 5 endamên daîmî ên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û Almanyayê bi Îranê re weke “bûyerekî dîrokî” nirxand.