Îranê kurdekî din jî darve kir

Îranê kurdekî din jî darve kir

Girtiyekî din ê kurd ê ji bajarê Bokanê, piştî 6 salên li girtîgehê duh li girtîgeha bajarê Urmiyê hat darvekirin. Hay ji 2 ciwanên din jî nîne.

Li gorî Ajansa Kurdpa, girtiyê kurd ê bi navê Yûnis Bapîrî (25) yê ji bajarê Bokan ku berî 6 salan hatibû girtin, duh danê sibehê li girtîgeha Urmiyê hat darvekirin. Yunis di temenê 19 saliyê de û bi sûcê kuştina ji qesta hatibû binçavkirin. Piştre jî cezayê darvekirinê lê hat birîn. Roja 6’ê Kanûnê jî ji bo cezayê wî pêk bê şandin hucreya girtîgeha Urmiyê. Îslam Rezayî û Heyder Şîrî yên ji bajarê Urmiyê ku ligel Yunis Bapîrî bûn û ji bo werin darvekirin, ji hucreyê hatibûn veguhestin, heta niha ti agahdariyek ji wan nayê wergirtin. 

Li gor agehdariyan di 16 rojên borî de, bi giştî 40 kes li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.