Îranê ceribandina nukleerê ya DYA’yê ku di tesîstekî bin erdê ya li Nevadayê şermezar kir û diyarkir ku ev tê wê wateyê ku Amerîka “Ji binî ve bêçek kirinê red dike.”
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Ramîn Mehmanparast got, “Îran ceribandina dawî ya nukleerê ya Amerîkayê şermezar dikin.”
Li gorî vê daxuyaniya di çapemeniya Îranê de cih girt Mehmanparast dibêje, ev ceribandin ji aliyê Washingtonê ve qebûl kirina reda “Ji binî ve bêçek kirina nukleeriye.”
Dijberî vê berdev dibêje di dema şerê Îran-Iraqê, Îran bûye mexdûrê çekên tunekirina girseyî û îdîakir ku, ew hewil didin di qada navnetewî de fetwaya Îslamî ya “qedexekirina hilberandina çekên bi vî awayî, li gel xwe girtin û bikaranînê” pêk bînin.
Çarşema borî DYA’yê di bin navê “hûrkolîna nêzîkatiyên materyalên nukleerî” ceribandina nukleerê kiribû. Daxuyaniya ku Wezareta Enerjiyê Rêveberiya Ewlekariya Nukleer ya Netewî (NNSA) dabû aşkera kiribû ku, ev ceribandin “Ji bo berdewamkirina bibandorbûn û ewlekariya çekên nukleerî yên netewî hatiye kirin, her wiha bi armanca komkirina agahiyên zanistî pêkhatiye.”