Îranê 12 Afganî bi dar ve kir

Îranê 12 Afganî bi dar ve kir

Balyozxaneya Afganistanê ya li Tehranê ragihand ku 12 hemwelatiyên Afganistanî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin. 

Balyozxaneya Afganistanê ya Tehranê ku ragihand 12 hemwelatiyên wan li Îranê hatine bidarvekirin ev xusûs jî destnîşan kir: “Mixabin bi sedan kes di zîndanan de hene ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn. Her wiha sedema van cezayan jî bikaranîn û bazirganiya maddeyên hişber e.”

Tê gotin ku bidarvekirina wan 12 kesan  di demeke ku dewleta Afganistanê daxwaz ji Îranê kiribû ku hemwelatiyên wan berde û cezayê bidarvekirinê li ser wan rake pêk hat.

Bi wan bidarvekirinan hejmara kesên di navbera 2-9’ê Tîrmehê de ji aliyê dewleta Îranê ve hatine bidarvekirin gihiştiye 72 kesan.