Nûçeya Lezgîn: KCK: Gava ku Rêber Apo ji me dixwaze em ê biavêjin

Îran: Me wesayîta hewayî ya bêmirov ya DYA’yê desteser kir

Îran: Me wesayîta hewayî ya bêmirov ya DYA’yê desteser kir

Îranê îdîakir ku, ji ber sedema wesayîta hewayî ya bê mirov ya DYA’yê ketiye qada hewayî ya wan, ji aliyê yekîneyên taybet yên Muhafizên Şoreşê ve hatiye desteser kirin.

Wesayîta hewayî ya bêmirov ku hate diyarkirin ji herêmê îstîxbarat kom dikir, cûreyê ScanEagle.

Balefira Amerîkayê ku hate aşkera kirin ketiya qada hewayî ya Iranê û hate ‘girtin’, hate diyarkirin ku, li ser herêmê digeriya û keşif dikir.

Rayedarekî ji Muhafizên Şoreşger yên Îranê ji kanala IRIB re axivî û destnîşan kir ku, balefir ji keştiyên şer firiya ye.

Wesayîta hewayî ya bêmirov çawa hatiye desteserkirin jî nehate aşkera kirin. Sala borî jî artêşa Îranê balefirek ya DYA’yê ya li ser qada hewayê ya Îranê digeriya desteser kiribûn, ev wesayîta dabûn televîzyona dewletê û ji hemû cîhanê re ragihandibûn.