Îran dê piştî hilbijartinê du birayên hev yên Kurd darve dike

Îran dê piştî hilbijartinê du birayên hev yên Kurd darve dike

Hate ragihandin ku, rêveberiya girtîgeha Urmiyeyê ji 2 birayên hev û girtiyên siyasî yên Kurd bi navê Hebîb û Elî Efşarî re gotiye ku ew dê piştî hilbijartinê bêne darvekirin. Herwiha du birayên wan yên din jî li girtîgeha Urmiyeyê girtîne.

Li gorî nûçeyekê ku ji aliyê navenda parastina mafê girtiyên sivîl û siyasî ve hatiye belavkirin, berpirsyarên girtîgeha Urmiye û dozgeriya girtîgehê, bangî du birayên girtî yên siyasî yên bi navê Hebîb û Elî Efşarî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn kirine û ji wan re ragihandine ku, ew dê piştî hilbijartina serokkomariya Îranê bêne darvekirin.

Li gorî agahiyên ku yekî ji malbata Efşariyan daye birêvabiriya girtîgehê berî bi demakê ji wan re bi awayekî fermî ragihandiye ku, ji ber hilbijartinê darvekirina wan hatiye paşxistin lê hema piştî hilbijartinê ew dê bêne darvekirin.

Endamê malbatê ku berî bi demekê çûbû serdana girtiyan, diyar dike ku rêveberiyê mafê parêzeran jî nedaye wan.

Herdu birayên Efşarî ji bajarê Mehabadê ne û berî bi salekê ji aliyê dadgeha Înkilabî ve bi tewanbariya neyartiya Xwedê hatibûn girtin û cezayê dijmirovî yê darvekirinê li wan hatibû birîn.

Herwiha du birayên wan ên din jî bi navê Cefer û Welî Efşarî ji ber sedema li dijî ewlekariya neteweyî xebat kirine li heryek ji wan 5 sal cezayê zindanê hatiye birîn. Herçar bira jî niha li zindana Urmiyeyê têne girtin.