Însiyatîfa Rojnamevanên Azad ji ber wefata Bûldan sersaxî xwest
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, ji ber wefata edîtora rojnameya Rojeva Welat Evîn Bûldan, sersaxî ji malbatê û kedkarên çapemeniya azad re xwest.
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, ji ber wefata edîtora rojnameya Rojeva Welat Evîn Bûldan, sersaxî ji malbatê û kedkarên çapemeniya azad re xwest.
Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, ji ber wefata edîtora rojnameya Rojeva Medya Evîn Bûldan, ku di êvara 2'ê Nîsanê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyamê de hat gotin, "Em weke Însiyatîfa Rojnamevanên Azad bi vê mirina bê wext û di temenê ciwan de hevala me ya rojnamevan Evîn Bûldan ji nava me bir pir xemgîn û bi êş in. Em dibêjin Rehmeta Xwedê li ser be. Ji malbata Bûldan, heval û dostên wê yên rojnamevan, hemû hevalên wê yên çapemeniya azad û xebatkarên Rojnameya Rojeva Medya re sersaxiyê dixwazin."