Însiyatîfa Jin a Sûriyeyê li Qamişloyê civiya
Însiyatîfa Jin a Sûriyeyê li Qamişloyê civiya
Însiyatîfa Jin a Sûriyeyê li Qamişloyê civiya
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê îro civîna 2'emîn ya Însiyatîfa Jin a Sûriyeyê bi serkêşiya rêxistina Yekîtiya Star hate destpêkirin. Ji gelek rêxistin û netewên Sûriyeyê jin tevlî civînê bûn.
Di 26'ê kanûnê de rêxistina Yekîtiya Star Însiyatîfa Jin a Sûriyeyê dabû despê kirin. Îro li bajarê Qamişlo civîna 2'emîn li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi beşdariya gelek jinan hate lidarxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê despêkir, piştre ji bo rêvebiriya civînê dîwaneke ji 5 jinan hate hilbijartin.
Peyamên Yekîtiya jinên Kurd li Sûriyeyê, Rêxistina Yekîtiya Star li Qamişloyê, PYD, Komîteya Têkiliyan a Yekîtiya Star li Hesekê û gelek peyamên jinên serbixwe û huqûqî ji hate xwendin. Di hemû peyaman de li ser rewşa jinan li Sûriyeyê, bi cûdahiya ol û netewa xwe hate gotin. Herwiha di peyaman de bal hate kişandin ku gerek li dijî tundiya li ser jinan û tunekirina kesayeta wê divê jin baş xwe birêxistin bike û berxwe bide.
Piştre li ser encamên Însyatîfa Jin a Sûriyeyê nîqaş hate kirin û biryar hate standin ku destûra nû ya Sûriyeyê mafê jinên hemû netewan biparêz e, herwiha li ser avakirina lijneyan nîqaş hate kirin. Di dawiya civînê de komîteya amedekrina ji bo kongreya giştî ya Însyatîfê ku di meha adarê de wê were lidarxistin, ji 15 endaman hate hilbijartin.
Rêxistinên jinan ku di civînê de beşdar bûn ev bûn: Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed, nûnerên Yekîtiya Star, nûnerên Partiya demuqratî Pêşverû Kurd li Sûriyeyê, Yekîtiya Lîbralên Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Yekîtiya Jinên Kurd li Sûriyeyê, Rêxistina Aferîn, Komela Şawîşka, Partiya Çepê Demokratîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk, ji Şamê nûnerên serbixwe, jinên tevgera ciwanên şoreşger, gelek parêzer û bişijk.