Însiyatîfa Gel ji bo meşa Serêkaniyê bang kir
Însiyatîfa Gel ji bo meşa Serêkaniyê bang kir
Însiyatîfa Gel ji bo meşa Serêkaniyê bang kir
Însiyatîfa Gel a Rihayê der barê mîtînga ku sibê li Serêkaniyê destpê dike û 3 rojan didome de banga tevlibûnê kir.
Însiyatîfa Gel a Rihayê êrîşên komên Çeteyan yên Eniya El Nusra/Dewleta ÎslamÎ ya Iraq Şamê ya El Qaîdeyê y a li hemberî Rojava protesto kirin û diyar kirin ku ji bo ku berxwedana gelê Rojava bê silav kirin dê roja duşemê li Serêkaniyê mîtîngek dest pê bike û dê çalakî 3 rojan bidome. Însiyatîfê der barê çalakiyê de belavok belavkirin û banga tevlibûnê kirin.
Însiyatîfê di danezanê de da zanîn ku şoreşa li Rojava pêş ketiye hesreta sedsalan ya gelê kurd e û wiha got: “Şoreşa Rojava tenê ne parçeke şoreşê ye. Şoreşa li Rojava pêş ketiye şoreşa Kurdistanê ye. Tu kurd, Kurdisanî, sazî û şoreşger nekare wek temaşevan bisekine.
Di danezanê de hate destnîşan kirin ku ji bo parçekirina Kurdistan û înkarkirina Kurdistanê sed sal berê hevsengiya stutokoya hatiye avakirin û ev statîko bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguhetiya qezenceke mezin ya serkeftinê.
Di berdewamiyê wiha hat gotin: “Şoreşa Rojava, bi Paradîgmaya Azadiyê ya Rêber Apo pêş xistiye, ketiye jiyanê. Xwedî li Rojava derketin, xwedî li nasnameyê derketine. Êrîşên li hemberî Rojava pêk tên, dê meşa azadiyê ya Gelê kurd Asteng neke.”
Însiyatîfê bertek nîşanê qedexekirina mîtînga li Serêkaniyê da û got ew vê biryara AKP’ê nas nakin.
Di danezanê banga tevlibûna mîtîngê hat kirin û hat diyar kirin ku divê her kes xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û wihagot: “Meşa di 4’ê Tebaxê de dê pêkwre bi şîara ‘Şoreşa Rojava Şoreşa Kurdistanê ye’ dê di 4-5-6’ê Tebaxê de bidome. Di serî de gelê Rihayê, hemû gelê kurd û dostê kurdan divê divê meşê de bên cem hev.