Însiyatîfa Gel êrîşa li hemberî gora gerîla şermezar kir
Însiyatîfa Gel êrîşa li hemberî gora gerîla şermezar kir
Însiyatîfa Gel êrîşa li hemberî gora gerîla şermezar kir
Însiyatîfa Gel a Mêrdînê, êrîşa artêşa tirk ya li hemberî goristana gerîlayan ya Mewkiya Bendere ya Çiyayê Bagokê şermezar kir û ji bo çalakiya îro li Nisêbînê pêk têbang kir.
Însiyatîfa Gel a Mêrdînê bertek nîşanê êrîşa leşkerên tirk ya li hemberî gora gerîlayê HPG’ê Ahmet Ugurlar ya li Şehîtlixa Egît Suruç ya cenazaye 43 gerîlayan lê hatibû definkirin da, û danezanek weşandin.
Di danezanê de hate diyar kirin ku ligel pêkanînên qirkirinê yên TC û hikûmeta AKP’ê, niha jî bi alçaxiyeke mezin êrîşê nirxên herî mezin ya netewa Kurdistanê, gorê şehîdan dikin. Di danezanê de balkişand ser êrîşa li hemberî Şehîtlixa Egît Suruç û wiha hate gotin: “Êrîşên li hemberî gorên gerîlayan, mînaka vekirî ya pêkhatina provakasyon û amadekariya şer e. Êrîşa li hemberî şehîdên me sedema rakirina qiyametê ye.
Em wek Însiyatîfa Gel a Mêrdînê; Di serî de bang li gelê Mêrdînê û hemû gelê xwe dikin ku ji bo xwedî li şehîdên xwe derkevin û xeyalên wan pêk bînin, bikevin nava berxwedana topyekun.
Însiyatîfê destnîşan kir ku ji bo êrîşa mijara gotinê ye îro saet di 16.00’an de li Nisêbînê bi pêşengiya BDP’ê dê çalakî pêk were û bang li hemû kesî kir ku tevli çalakiyê bibin.