Însiyatîfa Gel a Botanê: Em li sînor berhev bibin!

Însiyatîfa Gel a Botanê: Em li sînor berhev bibin!

Însiyatîfa Gel a Botanê êrîşên li Rojava wek ‘êrîşên li dijî hemû kurdan pêk hatiye’ da nasî û ji bo çalakiya nobetê û meşa li Serêkaniyê pêk tê banga tevlibûnê kir.

Însiyatîfa Gel botanê danezanek weşand û diyar kir ku çeteyên xwe wek cîha li ser navê ola îslamê îlankirine, ji nirxên mirovahiyê nisîbê xwe negirtine û li Rojava qezencên jiyana azad û demokratîk yên kurda hedef girtin û li hember hemû cîhanê bi awayekî hovane komkujiyan pêk tîne.

Însiyatîfê da zanîn ku bi êrîşên li Rojava hemû têkoşîn û azadiya netewî ya netewa kud hedef girtine û wiha got: “Bi van êrîşan komployeke mezin armanc kirine.

Pir vekirî xuyaye ku ew tenê nekarin bi vê hêza xwe van êrîşan pêk bînin. Bi dewleta TC ya dagiker hevdîtinan dikin û li aliyê din jî serkêşiya çetayan dikin bi vê yekê careke din ruyê xweyê mêtînger û berxwend derxistiye holê.  Îfade kiriye ku her cureyê piştgiriyê dane û kesên herî bi raye ev înkar nekirine. Li aliyê din jî Rêberiya Federal a Kurdistanê jî li dijî van êrîşan bêdeng mane û deriyê sînor girtine û bûye hevkarê polîtîkayên dagirker yên dewleta TC.

Herî daweî siyasetmedarê kurd Îsa Huso bi awayekî hovane hatiye qetilkirin.

Êrîşên li Rojava pêk hatine li hemû kurdanpêk hatiye. Dema ku aliyekê me bi birîn be, bê dengî tê wateya mirinê. Bê dengî li dijî komkujiyan hevkariye. Gelê Botanê divê li dijî êrîşa bi ruhê seferberiyê bersivê bide û divê berpirsyariya xwe bîne cih.

Însiyatîfê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê gelê kurd bi serhildaneke mezin tevli meş û çalakiya nobetê ya di 4-5-6’ê Tebaxê de li Serêkaniyê pêk tê bibe.

Her wiha însiyatîfê bang li ciwanan kir kut evli refên YPG’ê bibin.