Îngilîstan înterneta Rojhilata Navîn dişopîne

Îngilîstan înterneta Rojhilata Navîn dişopîne

Agahiyên nû yê Ajanê CIA yê kevin Edward Snowden, wê serê Îngilîstanê gelekî biêşîne. Li gorî belgeyên Snowden, Îngilîstan xwedî stasyoneke veşartî ye ku dikare hemû axaftinên telefon û nivîsên li ser înternetê yên hemû welatên Rojhilata Navîn bişopîne.

Li gorî nûçeya ku îro The Independent’ê di manşeta xwe de daye, stasyoneke Îngilîstanê pêwendiyê bi hemû kabloyên tevna înternetê yên binê derya û erdê  datîne û bi vê yekê re trafîka înternetê û telefonê ya li Rojhilata Navîn dişopîne.

Di nûçeyê de tê ragihandin ku ev proje bi 1 milyar Sterlînî hatiye amadekirin û diyar dike ku bi vê sîstema bi navê "Tempora" re hemû pêwendiyên amûrên dijîtal tên şopandin.

Stasyona şopandin û guhdarîkirinê  li ser daxwaza Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê David Miliband hatiye avakirin. Di belgeya erka stasyonê de, "fêrbûna hewldanên hêzên siyasî yên derve, terorîzm, kasibkarî, kargehên leşkerî yên taybet, bêrêtiya aboriyê ya cidî" weke wezîfeya şopandina stasyonê hatiye destnîşankirin.

Her şeş mehan carekê ev belgeya erkê tê nûkirin û erk tê guhertin.

Der barê lêçûnên salane yên vê projeyê de ti agahiyeke zelal bi dest neketine.

Rojnameya The Guardian beşeke mezin a belgeyên Snowden ên "veşartî" weşandibû. Di belgeyên ku nehatine weşandin de tê eşkerekirin ku kargehên telefonê yên mîna Telekom û Vodafone bi çi rengî li telefonan guhdarî dikin û vê yekê bi dewletê re parve dikin.