Ihtimale di mijara nukleerê de bi Îranê re li hev bikin
Ihtimale di mijara nukleerê de bi Îranê re li hev bikin
Ihtimale di mijara nukleerê de bi Îranê re li hev bikin
Li Cenewre ku nukleerên Îranê nîqaş dikirin, wezîrên derve yên Fransa, Almanya û Îngilîstanê lezgîn vexwendin. Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê John Kerry serdana xwe ya li Qudûsê di nîvî de hêla û hate Cenewreyê. Behsa ihtimala lihev hatinekê dikin.
Kerry ku li Rojhilata Navîn di tûra serdanan de bû, tê diyarkirin ku ji ber hinek pirsgirêkên nikarin derbaz bikin bi axivin, serdanên xwe di nîvî de hêlaye û hatiye Cenewreyê. Hate hînbûn ku, Şefa dîplomasiya Yeketiya Ewropayê Catherine Ashton ku serokatiya civînên hevdîtinên nukleerê bi Îranê re dike Kerry vexwendiye. Nûnerên welatên 5+1 (DYA, Çîn, Îngilîstan, Fransa, Rûsya û Almanya) beşdarî civînê dibin.
Wezîrê Têkiliyên Derve yê Fransayê Laurent Fabius vê sibehê giha Swîsreyê. Fabius da diyarkirin ku, “pêşketin çênebûye, lê belê rewşekî teqez nîne” û nirxandinek wiha kir: “Di mijara nukleerên Îranê de em bersivekî ku fikarên me nehêle dixwazîn.”
Fabuis anî ziman ku, ev muzakere zehmetin, lê belê ji ber ku di asta netewî û navnetewî de pir girîngin ew hatine Cenewreyê. Fabius aşkera kir ku, belgeyekî demkî hatiye amadekirin û pêwîste ev di asta wezîran de were nîqaş kirin.
Wezîrê Derve yê Îngilîstanê William Hague jî di hesaba xwe ya twitterê de wiha got: “Ji bo nîqaşkirina nukleerên Îranê ez diçim Cenewreyê.”
Wezîrê Derve yê Almanyayê Guido Westerwelle di civînê de amade ye. Çavkaniyek ji dîplomasiya Almanya got: “Ji bo muzakereyan demek base. Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Westerwelle ji bo tevlî nîqaşan bibe niha diçe Cenewreyê.” Heman çavkaniyê da diyarkirin ku, beriya ku Westerwelle bikeve rê bi telefonê bi wezîrên Fransa û Îngilîstanê re axiviye.
Lê belê berdevkek yê çapemeniyê ragihandin ku, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê neyê Cenewreyê. Îsraîlê jî li dijî li hevhatinek ya bi Îranê re welatên Rojava hişyar kir. îsraîlê ragihand ku, lihevhatinek wiha wan girê nade.