ÎHD û MAZLUMDER: Gelê sivîl hat gulebaran kirin
ÎHD û MAZLUMDER: Gelê sivîl hat gulebaran kirin
ÎHD û MAZLUMDER: Gelê sivîl hat gulebaran kirin
Di rapora ku Şûbeya ÎHD’ê a Colemêrgê li ser qetilkirina Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir amade kir de wiha hat gotin: “Hêzên parastinê hêzek mezin bi kar anîn, li ser gelê sivil bi çekan gule barandin û di encama vê de mirin çêbûn, hat tespît kirin.” Di rapora MAZLUMDER’ê de jî bal kişande ser ku daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê ji rastiyê dûre.
Ji aliyê Şûbeya ÎHD’ê û MAZLUMDER’a Colemêrgê ve diyar kir ku girseya ku xerabkirina gorên gerîlayên HPG’ê di 6’ê Kanûnê de protesto kirin piştî polîsan êrişê girsê kir şûnde ji aliyê polîsên tevgera teybet ve ku Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir qetil kirin, di encama şahidên boyerê û lêkolînên ku li cihê boyerê hatin kirin şûnde du raporên cuda hatin amade kirin.
Serokê Şûbeya MAZLUMDER’a Colemêrgê Cengiz Şen ku di civîna çapemeniyê a li avahiya komeleyê pêk anî de got pêwiste serê boyerê ne yê girtin. Şen ku bal kişande ser daxuyaniyên rayedaran dayîn ji rastiyê dûrin diyar kir ku pêwiste îdiaya ku dibêje “xwepêşandaran çek bi karanîn” bê îspat kirin. Şen wiha got: “Ger rast dibêjin di nava xwepêşandaran de çek hatine bi karanîn pêwiste saziyên fermî vêna îspat bikin. Pêwiste dîmen ji bo bê zanîn ka yên roja boyerê ne an ne ji aliyê heyetekî pispor ve bêne lêkolîn kirin.”
Di rewşa ku dîmenên hatine weşandin ne rastin jî, pêwiste îdiaya ku kesên hatine qetil kirin di destê wande çek hebû jî bê îspat kirin û wiha got: “ Li rexmê ku di wesayitên polîsan û li derdorê kamara heyîn jî lê dîmenên dema boyerê ji aliyê saziyên dewletê ve ne hatine nîşandanî raya giştî. Girêdayî kesên ku hatine qetil kirin di destê wan de çek hebûn ti belge yan jî zanyariyek ji aliyê saziyên dewletê ve ji raya giştî re ne hatiye parve kirin. Ev yek jî gûmanên mezin yên înfazbûna vê yekê derdixin holê.”
Şûbeya ÎHD’a Colemêrgê rapora ku girêdayî qetil kirina Mehmet Reşît û Veysel Îşbilir amade kirî li avahiya komeleyê de bi civînekî çapemeniyê eşkere kir. Serokê Şûbê Îsmaîl Akbulut diyar kir ku bi vê boyerê derket holê dema mirov daxwazên xwe yên demokratîk tîne ser ziman naçe xweşiya hinek derdoran.
Akbulut wiha got: “Boyera ku bi qetilkirina du welatiyan bi encam bû pêwiste berpirsên wê demek ji adin zûtir derbikevin holê. Piştî daxuyaniya çapemeniyê bi hêzekî mezin êriş li ser girseyê hatiye bi karanîn. Di ser gelê sivîl bi çekan gule hatine reşandin û hat dîtin ku di encama vê de mirin çêbûn.”
Akbulut diyar kir ku dîmenên piştî boyerê bi raya giştî re hatine parvekirin ku kesek derketiye ser ban û li polîsan gule barandine bi boyera kuştina welatiyan li ser kolanê re ti peywendiyekî xwe nîne û hatiye îspat kirin.”
Akbulut diyar kir ku Walîtiya Colemêrgê hewil dide rastiya boyerê veşêre û bi daxuyaniyên xwe malbatan hîn zêdetir dilê wan di şewitîne û encamên ku ji şahidên boyerê û rapora lêkolîn kirinê derketin holê wihane: “Meşekî ku bi rêbazekî demokratîk û daxuyaniya pêk anîn şûnde êrişa ku li dijî demokrasiyê li hemberî girsê pêk hatî û bi karanîna çekan ji aliyê hêzên parastinê ve nayê pejirandin. Sedema wê çi dibe bila bibe bi ser gelê sivîl de gule barandin ti aliyekî wê yê rast nîne. Ger pêvajo bi şeklekî samîmî dewam dike wê girêdayî boyerê lêkolînekî rast bê destpê kirin, rastî û kujerên welatiyan derbixin holê.”