ÎHD: Sala 2012'an bû sala sirgûnê

ÎHD: Sala 2012'an bû sala sirgûnê

Navenda Giştî ya ÎHD'ê di derbarê qezaya rînga girtîgehê ya di 4'e Kanûnê de li Gumuşxaneyê ku bû sedema birîndarkirina 19 kesan daxuyanî da. ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku, sala 2012'an bû sala sirgûnan û di sala 2011'an de jî 798 girtî hatin sirgûnkirin.

Navenda Giştî ya ÝHD'ê têkildarî rînga girtiyan ya di 4'e Kanûnê de dema girtî ji Wanê dibirin Gumuşxaneyê qeza kir û 19 girtî birîndar bûn, daxuyaniyek nivîskî da. ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku, di salên 2011-2012'an de li gorî daneyên ÎHD'ê sirgûn zêde bûne û wekî salên sirgûnê hatine qeydkirin. ÎHD'ê destnîşan kir ku, di sala 2011'an de 798 girtî hatin sirgûnkirin û îsal jî bi sedan girtî hatin sirgûnkirin.

ÎHD'ê qezaya 11'ê Îlona 2011'an a 5 girtiyên di rînkê de jiyana xwe ji dest dan jî bibîr xist û destnîşan kir ku, qezaya di navbera Wan û Gumuşxaneyê ku 19 girtî birîndar bûn jî wan dixin nava fikaran. ÎHD'ê raporên qezayên 2012'an aşkere kir û wiha got: "Di sala 2012'an de 4 qeza pêk hatin. Di van qezaya de 8 girtî û 8 leşker birîndar bûn.