ÎHD: Li Kurdistanê di 9 mehan de 13 hezar 396 caran maf hat binpêkirin
ÎHD: Li Kurdistanê di 9 mehan de 13 hezar 396 caran maf hat binpêkirin
ÎHD: Li Kurdistanê di 9 mehan de 13 hezar 396 caran maf hat binpêkirin
Komeleya Mafên Mirovan, Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a 9 mehên destpêkê yên sala 2014'an a Herêma Rojhilat û Başûrrojhilatê Anatoliyê, bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir, ku bûyerên binpêkirna mafên mirovan ên di sala 2013'an de bi pêvajoya çareseriyê re kêm bûn, di sala 2014'an de dîsa zêde bûne û destnîşan kir, ku wan di 9 mehên destpêkê de 13 hezar 396 bûyerên binpêkirina mafên mirovan tespît kirine.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê, Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a 9 mehên destpêkê yên sala 2014'an a Herêma Rojhilat û Başûrrojhilatê Anatoliyê, bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya komeleyê de, Serokê ÎHD Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, Sekreterê Şaxê Abdulsselam Înceoren, rêveberên şaxê parêzer Gamze Yalçin, Abdûllah Zeytûn, Emîn Ermîn û Yildiz Koç amade bûn.
DI NAVA KURDAN DE TÊGIHÎŞTINA 'EM TÊN XAPANDIN' XWE DIDE DER
Bîlîcî beriya aşkerakirina raporê, metna çapemeniyê xwend û destnîşan kir ku ji ber hikûmetê di nava 2 salên pêvajoyê de ji bo çareseriyê gavên dihat hêvîkirin neavêt, bi taybetî zimanê bikar tîne, nêzîkatiya wê ya li mijarê, çêkirina qereqol-kalekol, tevgera leşkerî a li herêmê û sererastnekirina mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava gelê Kurd de têgihiştina 'Em tên xapandin' derketiye holê.
Bîlîcî diyar kir, ku ji ber nêzîkatiya li mijara Kobanê bûyerên 6-7'ê Cotmehê rû dane û bi dehan mirov di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane, gelek birîndar bûne.
Bîlîcî piştî nirxandina li ser vê mijarê derbasî detayên raporê bû û da zanîn, ku di nava 9 mehan de hêzên ewlekariyê, di 168 xwepêşandanên civakî de hêzeke zêde bikar anîne û di erka ku qanûn jê re nas dike de zêdegavî kirine. Bîlîcî destwerdana leşker û polîsan a meha Hezîranê li protestoyên çêkirina qereqolan bibîr xist, ku di encama guleyên leşker û polîsan de Ramazan Baran (24), Bakî Aydemîr (50) û Abdûllah Akkûlûn (19) jiyana xwe ji dest dane, 2 meh piştî van bûyeran vê carê di gulereşandina leşkeran a li welatiyên li goristana gerîla de ciwanê bi navê Mehdîn Taşkin (23) jiyana xwe ji dest daye.
Bîlîcî diyar kir ku pirsgirêka sereke ya rojeva girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş e û anî ziman ku 228 jê giran 578 girtiyên nexweş li girtîgehan tên ragirtin, ne tên berdan ne jî li nexweşxaneyên xwedî derfet, tên dermankirin. Bîlîcî da zanîn ku di nav sala 2014'an de Seyitxan Taşkiran ê li hucreyekê bi tenê dihat ragirtin di encama krîza dil de jiyan xwe ji dest daye, Şêxmûs Yetek ê 67 salî, tevî ku teşhîsa kansera xwînê berî 7 salan lê hatibû kirin nehatiye bi derengî hatiye berdan û piştî hefteyekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN
Bîlîcî da xuyakirin ku yek ji binpêkirinên sereke yên li girtîgehan pêkanînên li girtîgeha Îmraliyê ye û ragihand, ku her çend ji ber "pêvajoya çareseriyê" tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qismekê hatibe rakirin jî hînê parêzer nikarin wî bibînin û ev yek bi ti awayî li hiqûqê nayê.
Bîlîcî her wiha bîlançoya rapora li ser bûyerên di meha Cotmehê de di dema protestoyên Kobanê de rû dan, aşkera kir. Bîlîcî anî ziman ku di bûyeran de 42 kesan jiyana xwe ji dest dane, 56 jê zarok 1128 kes hatine binçavkirin, 34 jê zarok 221 kes hatine girtin û 801 kes birîndar bûne. Bîlîcî diyar kir ku li 3 bajaran, li 4 navçeyên navendî û li 21 navçeyan derketina derve hatiye qedexekirin, li Amed û Êlihê li 407 kesan cezayê pere yê îdarî hatiye birîn.
Çend ji sernavên binpêkirina mafên mirovan ên di rapora 9 mehên destpêkê yên sala 2014'an de cih digirin wiha ne:
-Mirin û birîndarbûnên ji ber êrîşa polîs û jendermeyan: 8 mirî 11 birîndar
-Mirin û birîndarbûnên ji ber êrîşa cerdevanan: 5 mirî 58 birîndar
-Mirovên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bû: 2 mirî 5 birîndar
-Mirinên bi guman ên polîs û leşkeran: 9 mirî 1 birîndar
ŞERÊ ÇEKDARÎ
-Hêzên Ewlekariyê: 8 mirî 8 birîndar
-Milîtanên Çekdar: 3 mirî
-Mirin û birîndarbûnên li ser xeta sînor: 9 mirî 22 birîndar
- Mirinên bi guman
Mêr: 19 mirî
Jin: 8 Mirî
Zarok: 6 mirî
-Binpêkirina mafê jiyanê yê jinan
Xwekuştina jinê: 24 xwekuştin 4 hewldan
-Jinên di nava malbatê de rastî şîdetê hatin: 11 mirî 4 birîndar, 1 destdirêjî
-Jinên li qada civakî rastî şîdetê hatine: 7 mirî 2 birîndar, 5 destavêtin, 8 destdirêjî
-Binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan
Xwekuştina Zarokan: 7 xwekuştin, 4 hewldan
-Zarokên di nava malbatê de rastî şîdetê hatin: 4 birîndar, 1 destavêtin
Zarokên li qada civakî rastî şîdetê hatin: 3 mirî, 2 birîndar, 12 destavêtin,
-Binçavkirî: 1282 mezin, 155 zarok
-Girtin: 113 mezin, 20 zarok
-Lêpirsînên li dijî azadiya ramanê
Lêpirsîn: 16
Hejmara mirovan: 534
-Dozên li dijî azadiya ramanê hatin vekirin
Doz: 5
Hejmara mirovan: 118
-Cezayên li azadiya ramanê hatine birîn
Hejmara dosya: 14
Hejmara mirovan: 186
-Xwepêşandan û civînên rastî destwerdana hêzên ewlekariyê hatin: 168
-Di xwepêşandanan de hejmara mirovên rastî lêdana hêzên ewlekariyê hatin û birîndar bûn: 225
-Binpêkirinên li girtîgehan
Pêkanînên sewqê: 37
Binpêkirina mafê tenduristiyê: 51
Astengiya li pêşiya hevdîtina malbatê: 1
Tecrîd û îzolasyon: 97
Cezayê dîsîplînê: 73
Astengkirina mafê agahîdayînê: 66