ÎHD’ê polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî parêzeran rexne kir
ÎHD’ê polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî parêzeran rexne kir
ÎHD’ê polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî parêzeran rexne kir
ÎHD'ê polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî parêzeran rexne kir û diyar kir ku, parêzerên mafên mirovan û edaletê diparêzin û dixwazin bûyer bên ronîkirin tên girtin û rastî cezayan tên. ÎHD'ê da zanîn ew dê hertim piştgiriyê bidin parêzer ku parazvanên mafên mirovan, bindestan û kesên wekî ên din tên nişandan diparêzin û wan biparêzin.
Duh li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Enqereyê rûniştina biryarê ya doza siyasetmedarên Kurd ku di nav de Endamê Meclisa DTP'a hat girtin Nedîm Taş parêzer Fîlîz Kalayci, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Halîl Îbrahîm Vargun, Cîgêrê Serokê Giştî yê Şaxa ÎHD'ê Hasan Anlar û Murat Vargun ku bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" dihatin darizandin hat dîtin.
Heyetê li Endamê Meclisa DTP'ê Nedîm Taş û 4 parêzeran bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" 36 sal û 7 meh ceza birî. Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê, cezayê li Prz. Halîl Îbrahîm Vargun, û rêveberên ÎHD'ê birîn şermezar kir. ÎHD'ê têkildarî cezayên li endam û rêveberên wan hatine birîn daxuyanî da. ÎHD'ê polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî parêzeran rexne kir û diyar kir ku parêzerên mafên mirovan û edaletê diparêzin û dixwazin bûyer bên ronîkirin tên girtin û rastî cezayan tên.
ÎHD'ê da zanîn ku, ew dê hertim piştgiriyê bidin parêzer ku parazvanên mafên mirovan, bindestan û kesên wekî ên din tên nîşandan diparêzin û wan biparêzin. ÎHD'ê destnîşan kir ku, ew dê her tim mafê mirovan biparêzin û mafê parêzerên ku mafên mirovan diparêzin jî biparêzin.
Heyeta dadgehê duh li Nedim Taş "Bi îdîaya endamê rêxistinê ye" 10 sal û 6 meh ceza birî. Heyetê di derbarê Fîlîz Kalayci bi heman îdîayê 7 sal û 6 meh, di derbarê Hasan Anlar, Halîl îbrahim Vargun û Murat Vargun de jî bi heman îdîayê ji bo her kesekî 6 sal û 3 meh ceza birîbû.