ÎHD’ê ji girtiyê nexweş Salîh Tugrul re azadi xwest

ÎHD’ê ji girtiyê nexweş Salîh Tugrul re azadi xwest

Komisyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wek her hefteyê vê hefteyê jî 89. çalakiya "F" li darxist û ji girtiyê nexweş yê falinc Salîh Tugrul re azadî xwest. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê diyar kir ku Saziya Tiba Edlî der barê Tugrul de biryara cezayê wî paşve bê avêtin daye lê Midûriya Polîsan a Sêrtê bi hînceta ku Tugrul "Ji bo ewlehiya civakê xetere" berdanan wî paşve avêtiye û wiha got: "Wisa xûya dike li vî welati biryara zanista Tibê di destê polîsanda ye."

Endamên Komisyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya ku balê bikşîne ser binpêkirina girtîgehên Tîba F û rewşa girtiyên nexweş weke her hefteyê vê hefteyê jî 89. çalakiya "F" li ber Dibistana Amadeyî ya Galatesareyê li darxist. Jinên ku hatin gel hev panqarta "Tecrît dikuje bila girtîgehên Tîba F bê girtin" û "Em naxwazin mirov di girtîgehan de bimre bila girtiyên nexweş serbest bê berdan" vekirin û di çalakiyê de dovîzên navê girtiyên nexweş û wêneyên wan li ser hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bila girtiyên nexweş bê berdan", "Rûmeta mirovan wê îşkenceyan têk bibe" û "Bila Salîh Tugrul bê berdan" hatin berzkirin. Di çalakiyê de balkişand ser rewşa gitiyê nexweş Salîh Tugrul yê ku 16 salê di girtîgehê deye û falinc bûye. Endama Komisyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Ebru Kaya daxûyani da. Kaya di daxûyaniyê de diyar kir ku Girtiyê PKK'ê yê bi navê Salîh Tugrul ji ber ku di girtîgehê de qeyrana dil derbaskir piştî qeyranê felç derbaskir û rewşa wî xirabe. Kaya diyar kir ku di 2012'an de xwîn rijîyaye ser mejûyê Tugrul ji ber wî nîvê laşê wî falinc bûye û hefiza wî çûye û bi tena serê xwe nikari pêdivîyê xwe bicîh bînê Saziya Tiba Edlî ji bo ku raporê amade bike ji Girtîgeha Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîba R ya Metrîsê kirin. 

'TIBA EDLÎ RAPORDA POLÎS ASTENGKIR'

Kaya diyar kir ku Saziya Tiba Edlî der barê Tugrul de rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne û cezaya wî di pişve bê avêtin de da lê Dozgerê Bakirkoyê û Midûriya Polîsan a Sêrtê bi hînceta ku Tugrul "Ji bo ewlehiya civakê xetere" berdana Tugrul başve avêt û wiha got: "Wisa xûya dike li vê welati biryara zanista Tibê di destê polîsanda ye." Kaya diyar kir ku bila ev astengiyana bê rawestan din û bila raya girtî ji wan kiryaran re bê deng nemîne.

Piştî daxûyaniyê çalaki bi dawî bû.