ÎHD'ê hişyariyeke tund da hukûmetê

ÎHD'ê hişyariyeke tund da hukûmetê

Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo bûyerên li Taksîmê pêk tên demildest bi dawî bibin bang li rayedaran kir û xwest astengiyên li pêşiya civîn û çalakiyan bên rakiirn.

Bûyerên li Parqa Gezî ya Taksîm ên bi mudaxeleya polîsan berdewam dikin. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo bûyer demildest bi dawî bibin daxuyanî da. Di daxuyaniya nivîskî de hate diyarkirin ku bi sedan welatî ji ber bombeyên gazê birîndar bûn û gelek welatiyên çavên xwe winda kirin û di beşên lezgînî de tên girtin hene. Di daxuyaniyê de hate gotin ku mudaxeleya li Taksîmê komkujiyek e û wiha got: "Girse mafdare û divê destûrê nedin derkevin Qada Taksîmê. Divê polîs dest ji avêtina bombeyên gazê berbide. Heke AKP nexwaze bibe berpirsiriyarê komkujiyên nû divê astengiyên li pêşiya civîn û çalakiyan rabike. Divê Qada Taksîmê ji gel re bê vekirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta bûyerên Taksîmê bi dawî dibin dê nobetê bigirin û heke bûyerên nebaş çêbibin berpirsiyarê wan rayedar in.