ÎHD’ê êrîşa li hemberî cenazeyê Sarisuluk şermezar kir
ÎHD’ê êrîşa li hemberî cenazeyê Sarisuluk şermezar kir
ÎHD’ê êrîşa li hemberî cenazeyê Sarisuluk şermezar kir
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)’ê, êrîş û astengkirina merasîma cenazeyê Ethem Sarisuluk a ji aliyê polîsên Enqereyê ve şermezar kir.
Di daxuyaniya ÎHD’ê de hat destnîşankirin ku Ethem Sarisuluk endamê ÎHD’ê ye û mijara ku polîsan destûr neda merasîma cenazeyê Sarisuluk li cihê ku rastî êrîşê hatiye were lidarxistin rexne kir. ÎHD’ê got, "Ethem bi gaza kîmyewî û bombeyên deng bi awayekî hovane rastî êrîşê hat. Dewleta polîs a Ethem qetil kir, êrîşî cenazeyê wî jî kir. Qanûna herî qedîm hurmeta ji mirovê mirî re ye. Di şer de jî hurmet ji cenaze re tê nîşandan. Hurmeta hukûmeta AKP’ê ji cenazeyan re jî nemaye. Em hukûmeta AKP’ê şermezar dikin. Em wan dawet dikin da ku ji nirxên mirovatiyê nesîbên xwe bigirin.”
ÎHD’ê xwest dawî li astengkirina polîsan a bi awayekî hovane li hemberî mafê xwepêşandanan tê pêşxistin û daxwaz kir faîlên kuştî û birîndaran tavilê radestî dadgehê werin kirin. ÎHD’ê got, "Yê Ethem qetil kir diyar e, dive tavilê radestî dadgehê were kirin. Berevajî eger bendewariya edaletê bi cih neyê wê rê li ber kaoseke mezintir veke.”