ÎHD: Binçavkirî wenda bûn!

ÎHD: Binçavkirî wenda bûn!

Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Stenbolê da xuyakirin, ku nêzi hezar kesên di destwerdana Parqa Gezî de hatin binçavkirin, li gorî qanûnan divê radestî dozgeriyê werin kirin, lê belê ev nehatiye kirin û niha ne diyar e li ku derê ne.

Berovacî îddîaya Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû ku doh digot bi tenê 22 kes di bin çavan de ne, Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Stenbolê da xuyakirin ku zêdeyî hezar kes hatine binçavkirin û hay ji wan tineye.

ÎHD'ê der heqê mijarê de bi sernavê "lezgîne" daxuyaniyek weşand û diyar ku li gorî agahiyên wan ji dîmeên ji televizyon, înternet, şahid, komele û saziyên pêwendîdar wergirtine, zêdeyî hezar kes li Stenbolê hatine binçavkirin, lê belê ev kesên mijara gotinê li gorî qanûnan radestî dozgeriyê nehatine kirin û hay ji wan nîne.

Hat ragihandin, ku parêzer jî nikarin xwe bigihînin navendên binçavkirinê û tê gotin, kesên li derveyî qanûnan hatine binçavkirin, li binê avahiyan û depoyan tên ragirtin. 

ÎHD'ê xwest, ev bê huqûqî bi lezgînî bi dawî bibe.