Îhaleya TOMA’yan Katmercîler qezenc kir
Îhaleya TOMA’yan Katmercîler qezenc kir
Îhaleya TOMA’yan Katmercîler qezenc kir
Şîrketa Katmercîler a parlamenterê berê yê AKP’ê jî şirîkê wê ye niha jî 50 îhaleya 50 TOMA’yên wê ji aliyê midûriyeta polîsan ve bên kirîn qezenc kirin.
Şîrketa Katmercîler îhaleya 50 TOMA’yên Midûriyeta Giştî ya Polîsan qezenc kir. Berdêla îhaleyê 11 mîlyon 776 hezar û 500 Euro ye. Parlamenterê berê yê AKP’ê Îsmaîl Katmercî, ji sedî 46 şirîkê Şîrketa Katmercîler e. Her TOMA’yek 650 hezar TL ye.
Katmercîler a di meha Cotmeha buhrî de, bi 40 mîlyon TL, îhaleya 65 TOMA’yan qezenc kir, îhaleya 50 TOMA’yan a Midûriyeta Giştî ya Polîsan jî qezenc kir. Wek tê zanîn parlamenterê berê yê AKP’ê Îsmaîl Katmercî bi sedî 46 para xwe şirîkê Şîrketa Katmercîler e.