Îfadeyên di bernameya ‘Orumcek Agi’ de matmayî hişt

Îfadeyên di bernameya ‘Orumcek Agi’ de matmayî hişt

Di bernameya bi navê 'Orumcek Agi' (Tevnê pîrpîrokê) ya di duh di Nûçe TV de hate weşandin de ji rêbazên şerê taybet yên dewleta Tirk mînakên balkêş hatin vegotin.  Îfadeyên du ciwanên ku yek li yurda dewletê û ya din jî li qerekolê rastî tecawizê hatiye, matmayî hiştin.

Di bernameya bi navê Orumcek Agi ya ku rojnamger Erdal Er pêşkêş dike de duh beşa yekemîn di Nûçe Tv de hate weşandin.  Îfadeyên du ciwanên kur yên rayedarên dewletê ku çawa ciwanên Kurd têxe kemîna xwe û dike sîxur, dengekî mezin da.

Jina ciwan ya bi navê Serhildan ya sala 1995’an de ji dayîkbûye axivî û diyar kir ku, di dema dibistana seretayî de midûrê dibistanê Beşîr Çalişkan û kesên bi navê Fevzî Kiliç ji bo ku ew di dibistana leylî (yatılı) de bixwînin zor lêkirine û her wiha sozê wekî bûrs û hawire rehet ya xebatê danê.  Serhildan got bi destûra malbata xwe çûye li Yurdê maye û li wir midûra jin ya bi navê Kadriye li wir jinên ciwan yên Kurd dixist kemînê.

Serhildan wiha got: “Du hefteyên destpêkê normal bû. Perwerde normal bû. Di vê naberê de polîsan ewlehiya dibistanê digirt. Bi cilên sivîl digerin.  Li wir min Yusuf dît. Yusuf Dadal. Ew jî peywirdar bû. Dema dayîka min hat dibistanê wê jî wisa nas kir. wî jî wisa da nivîsin.

LÎSTIKA ROJBÛNÊ

Serhildan wiha got: “Rojekê anons kirin. gotin Rojbûna Kadriyeyê ye.  Ez ketim nakokiyê. Ez neçûm xwarê. Min got ez dersê dixebitim. Pişte kesên peywirdarê ewlehiyê hatin gotin divê tu bê.  Ez dam zorê.  Li ser israra wan ez çûm. Her tişt normal bû. Piştî demekê derî lê ket.  Nobedaran derî vekir. Hinek mêr bûn. Ketin hundir. Wek mafyayê bûn.  Em 30 heb jin bûn. Me xwe da aliyekê. Salonek mezin bû. Beriya wan li ser maseyên me ava fêkiyan hebû. Piştî ew mêr hatin alkol anîn ser maseyê. Em hemû matmayî man. Me got belkî hevalên Kadriyeyê  ne. Hundir tije bû. Min xwe da ser koltixekî. Yusuf hat cem min. Yusuf Dadal.  Hat rewşa min pirsî.  Min nezanî çawa bersivê bidim. Min got başe. Alkol dirêjî min kir. Me di nav malbatê de tiştên wisa nedîtibû. Min bi tirs lê dinêrî. Min Quran xwendibû. Malbata min oldar bû.  dirêjî min kir min bi tirs girt. İsrar kir, got ji carekî tiştek nabe.  Hevalên min hemûyan vedixwar. Ligel mêrên cuda bûn.  Min vexwar. Şuşe qedya. Ez ji ser hişê xwe çûm.

Dema bû sibeh ez li cihekî din bûm. Ligel Yusuf bûm. Wê demê her tişt bo min qediya. Malbat, dibistan her tişt.  Ez digiriyam, diqiriyam.  Hêj 13 salî bûm. Tiştekî wisa di  hişê min de derbas nedibû.  Dijûn li min kir. Got ev normalin.  Min xwest ez birevim.  Nehiştin ez biçim cihekî. Ez girtim.

DI BIN ÇAVAN DE  TECAWÎZ Û SIXURTÎ

Ciwana Kurd ya bi navê Dewrîm jî  got ew li Amedê di bin çavan de rastî tecawîzê hatiye û got: “Polîsan ez birim midûriyeta polîsan. Roja destpêkê li me dan. Hevalên jin birin cihekî din.  Roja din lêpirsîn kirin.  Min tiştek negot.  Sê kes hebûn. Suat, Murat û Serkan bû.  Ez birim odeyeke din û tecawîzê min kirin. çavê min girtin û tecawîz kirin.  xistin kamereyê.

Ez dîsa birim nezaretxaneyê. Du rojan xwarin nedan min.  Wê rojê êdî min navê hevalên xwe da. Wêneyên wan nîşanê min dan gotin tu nas dikî min got erê. Piştî min ev nav dan du carên din tecawîzê min kirin.

GER TU NEXWAZÎ REZÎL BIBÎ TUYÊ BIBÎ SÎXUR!

Devrim wiha got: “Ez berdam. Ez anîm serê kolanê. Cîranan ez dîtim. Dema ez çûm malê dayika min giriya. Cîran giriyan.  Kesî nezanîbû ez hatime binçavkirin.  Min ji malbata xwe re behs nekir. Ez di nava nivînade bûm rojekê. Malbata min li malê bû. Polîs hatin mala me.  Demek dirêj di navbera binçavkirinê de derbas bibû.  CD û dosyayek dan  ber min. Nehiştin dayik û bavê min bên cem min. Murat û Serkan jî bi wan re bû. Dayîka min nexwest ez tenê bimînim. Lê nehiştin. Ez tehdît kirim. Gotin tu naxwazî rezîl bibî tuyê daxwaza me qebûl bikî. Gotin em her tiştî tînin serê te. “

LI DIJÎ JINÊN KURD SIYASETEK TAYBET TÊ MEŞANDIN

Fermandara YJA Starê Delal Amed jî diyar kir ku, li ser jinên Kurd planek qirêj tê meşandin û got ji bo jinan asîmîle bikin ev parçeyeke plana wane.  Amed got: “Dayikên me nirxên me yên netewî heta roja îro anîne.  Ji cil û bergan bigirin heta ziman.  Wan nasname û çanda Kurd anîn vê rojê. Nasname hebûna gele.  Dayikên me heta îro anîne.  Ji bo vê li dijî jinên Kurd polîtîkayên qikirinê û çandê meşandin. Gotin bila keçik biçin dibistanê. Çima? Ger jin ziman ji bîr bikin dê civak asîmîle bibe.

Amed balkişand ser kemînên li ser jinan û got: “Bi keçin me dilîzin. Dema bi zayenda keçikê re bilîzin, ew jin êdî din ava civakê de xwe tune dibîne. bi malbatê re jî parve nake. Tiştên ku pê kirine, li dijî wê bikartînin.  Bi vê tehdît dikin. “

BAHOZ ERDAL: LI DIJÎ HERÊMÊN JI SERHILDANÊ RE PÊŞENGIYÊ DIKIN PÊK TÎNIN

Ji fermandarên HPG’ê Bahoz Erdal diyar kir ku, herêmên ji serhildanên pêşengiyê dikin ji aliyê dewleta Tirk ve hedef tên girtin û  got: “Li ser ciwanên kurd  polîtÎkayên asîmîlasyon û sixûrtiyê pêk tînin. AKP di du tiştan de kusurê nabîne. Di qerekol ûdibistanan de.  Ji bo ciwanên Kurd bikujin hejmara qerekolan zêde dikin.  Ji bo zarokên Kurd asîmîle bikin dibistanan zÊde dikin. Û kampayaya didin destpêkirin.

Erdal da zanîn ku, hinek ciwanên kurd ji zarokatiya wan ji exlaqê civakê dûr dixînin û bi vî awayî dixînin. Erdal wiha got: “Bi destê JÎTEM û MÎT’ê fuhuş, tiryak di nav ciwanên Kurd de tên belavkirin. Mijarek din jî ya dersxaneyane. Bi taybet jî dersxaneyên Fetullah Gulen ji bo Kurdistanê hatiye vekirin.”